Almanyayê biryara çavdêrîkirina Gurên Boz da

Hewlêr (Rûdaw) - Almanya jî weke Fransa amadekariya qedexekirina rêkxistina Gurên Boz dike, di vê çarçoveyê de biryar da ku çavdêriya wê grûpa nijadperest a Tirkan bike.

Partiyên hevpeymanên desthilatê, Yekîtiya Xirîstiyanên Demokrat (CDU), Yekîtiya Xirîstiyanên Sosyal (CSU) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û ji partiyên opozîsyonê jî FDP û Keskan bi hev re dest bi hewldana girtina rêkxistina gurên boz kirine.

Partiyên navborî di pêşniyarnameyekê xwestin ku ev babet têkeve rojeva Hikûmeta Federal.

Ew partî dibêjin ku Tevgera Ulkucî ango Gurên Boz nijadperest e, dijayetiya cihûyan dike, li dijî demokrasiyê ye û ewlekariya hundir ya Almanya dixe metirsiyê.

Hikûmeta Almanyayê li ser pêşniyarnameya wan partiyan civiya û biryar da ku çalakî û kiryarên Gurên Boz ji nêzîk ve werin şopandin.

Beriya 2 heftiyan Fransayê ew rêkxistina nijadperest ya nêzîkî MHPê qedexe kir û ragihand ku ew çaverê dike welatên din jî heman biryarê bidin. 

Li gorî Saziya Sîxuriya Almanya, nêzîkî 11 hezar endamên rêkxistina Gurên Boz li Almanyayê hene.