Koçberiya ber bi Ewropayê ve zêde bûye: Almanya hêza polîsan li ser sînor zêde dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Polîsê Federalî yê Almanyayê, rojane nêzîkî 600 koçberên neyasayî bi rêya sînorên Polonya û Çekyayê derbasî nav axa Almanyayê dibin.

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser ragihand ku wan ji bo astengkirina koçberan, ewlehiyên li ser sînor zêde kirine.

Li gorî daxuyaniya Nancy Faeser, ji bo rê li ber karên qaçaxçîtiyê bigirin, hêzên polîsên federalî li ser sînorên Almanyayê hatine belavkirin.

Her ku diçe ewlehiya li ser sînoran zêde dibe lê hewlên penaberan ên derbasbûnê jî kêm nabin.

Piraniya wan penaberan xelkê Sûryeyê ne.

 “Em dê dawî li karê qaçaxçitiyê bînin”

Polîsê Federalî yê Pirna-Saxonyê Axel Bernhard got:

“Rêkarên zêde yên li ser sînor her dem dikarin ji sedî sed rewşê kontrol bikin lê asta çavdêriyê hinekî kêm e.”

Wezîra Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser jî got:

“Me hêza polîsên federalî li ser sînorên xwe xurt kiriyee. Divê em dawî li karên qaçaxçîtiyê bînin.”

Herî dawî li ser sînorê wilayeta Saxonyê ya Almanyayê hêzên sînorî qaçaxçiyekî ku dixwest 7 koçberên Sûryeyî bibe nav axa Almanyayê desteser kir.