NATOyê dest bi rahênana şerê etomî kiriye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn dibêje, di şerê Ukraynayê de hemû kereste û amûrên me li ser maseyê ne. Axaftinek ku Amerîka û welatên din ên NATO wek gefa bikaranîna çekên etomî dibînin û jê nîgeranin, ji ber wê jî dest bi rahênana etomî ya bi navê “Nîvroya Xweragir” kirine;

Rahênana NATOyê ji 17ê vê mehê ve despêkiriye û dê heta 30ê mehê berdewam bike.

Rahênan li Belcîka, Brîtanya û Deryaya Bakur bi beşdariya 14 welatan tê lidarxistin

Di wê rahênana leşkerî de çekên pêşgir ên etomî tên bikaranîn. Herwiha 60 balafirên pêşketî yên cur bi cur ji nivşên çarem û pêncem, balafirên çavdêriyê, balafirên dabînkirina sotemeniyê û herwiha firokeyên B52 yên bombavêjên dûrmewda yên Amerîkî tên bikaranîn.

Armanca rahênanê ew e ku piştrast bin çekên pêşgir ên çekên etomî yên welatên NATOyê bê pirsgirêk in, bê metirsî ne û çalak in.

Sekreterê Giştî yê NATO, Jens Stoltenberg di 13ê Cotmehê de ragihand, “Giring e em hevahengî û şêwira xwe ya di derbarê pirsa çekên Etomî de berdewam bikin. Gefên Putîn yên di derbarê bikaranîna çekên etomî de metirsîdarin û bê berpirsyarane ne. Em wan gefan gelek cidî dibînîn û li beramberî wan hişyarin, kes nikare me bitirsîne. Her bikaranîna çekên etomî xwezaya rikeberiyê diguhere û encama xwe jî wê metirsîdar be.”

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov tohmetên NATOyê red dike.

Dmitry Peskov dibêje, “Di rastiyê de Rûsya gotarên dubare û sêbare yên welatên NATO ku me bi bikaranîna çetên etomî tohmetbar dike şermezar dike. Ew gotinên berpirsên NATOyê ziyanê didin û Rûsya bi ti awayî ne amade ye xwe bêxe nav van gotin û karan de.”

Piştî çend şikestên meydanî yên Rûsyayê di eniyê şer de li Ukraynayê, artêşa wî welatî wek despêka şer dest bi bombabarana bajarên Ukraynayê kir ku yek ji wan bajaran Kyiv a paytexta Ukrayanyê bû.

Ev rêyeke ku Rûsya bo kêmkirina givaşên meydanî yên li ser artêşa xwe bi kar tîne.

AndrewKydd, şarezayê siyasî dibêje, “Li gorî min di vê demê de bikaranîna çekên Etomî ji aliyê Putîn ve, egerek kême lê dibe ku piştre ev eger zêdetir bibe. Niha ev eger lewaze ji ber didestê Rûsya de çekên din hene ku li dijî Ukrayna bikarbîne, wek çekên kîmyayî yan ew êrişên mûşekiyî yên niha dibe ser Kiev û bajarên din yên Ukraynayê.”

Li gel zêdebûna alîkariyên serbazî yên rojava bo Ukraynayê, Rûsya giraniya xwe ya serbazî daye ser navçeyên Donetskê ku di kontrola artêşa Ukraynayê de ne û eger heye bi kontrolkirina tevahiya wê herêmê, Moskow dawî li oparasyonên xwe yên serbazî yên li Ukraynayê bîne.