Artêşa Rûsya li ser şerê Mûsilê daxuyanî da
Navenda Nûçeyan – Serokerkanê Giştî yê Artêşa Rûsya Valeriy Gerasimov ragihand, ku operasyona kontrlkirina Mûsilê hêj dest pê nekiriye û Moskow rewşa Mûsilê ji nêzîk ve dişopîne.
Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di saetên serê sibehî yên roja duşemî 17ê Cotmeha 2016 de, destpêkirina operasyona Mûsilê bi fermî ragihand, îro ji Artêşa Rûsya ve daxuyaniyek li ser vê operasyonê hat.
Serokerkanê Giştî yê Artêşa Rûsyayê, Valeriy Gerasiomv derbarê operasyona Mûsilê de ragihand, hêj operasyona girtina Mûsilê dest pê nekiriye û da xuyakirin, ku hêzên bejayî li hin deveran rawestiyane û hin ciha didin ber bombe û topan.
Gerasimov destnîşan kir, ku Moskow rewşa bajarê Mûsilê ji nêzîk ve dişopîne û got, Artêşa Rûsya him ji esmaê û him jî ji fezayê rewşa Mûsilê kontrol dike.
Gerasimov herwiha da zanîn, Moskow ji bo agahdarbûn û şopandina rewşa Mûsilê, firoke û amûrên îstixbaratî şandine herêmê.
Serokerkanê Artêşa Rûsya tekez jî kir, ku renge çekdarên DAIŞê ji Mûsilê ber bi Sûriyê ve biçin û ew dê wê yekê jî bi giringî ve bişopînin.
Ev daxuyaniya Serokerkanê Artêşa Rûsya di demekê de ye, ku operasyona rizgarkirina Mûsilê ji roja duşemiyê ve dest pê kiriye û îro di roja xwe ya sêyem de bû.
Di roja yekem a operasyonê de jî, Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê piştî şikandine çeperên DAIŞê li Mêhwera Xazir a li rojhilatê Mûsilê, 9 gund û rûbereke bi berfirehiya 200 kîlometreyan rizgar kirin.
Herwiha Artêşa Iraqê jî li milê başûr û başûrê rojhilatê Mûsilê ve 8 gund kontrol kirine.