Nêçîrvan Barzanî û Joe Biden li Londonê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê li gel serkirde û kesayetiyên xuya yên cîhanê li Londonê beşdarî di merasîma xatirxwestina Şahjina Brîtanyayê Elizabeth a Duyem Brîtaniya de kir û Barzanî di dema merasîmê de li gel Serokê Amerîkayê Joe Biden civiya.

Serok Nêçîrvan Barzanî duh êvarî, roja yekşemê, li ser vexwendina fermî ya Hikûmeta Brîtanyayê gihiştibû Londonê û ligel serok û rêberên cîhanî li Koşka Buckingham li Londonê beşdarî di merasima sersaxî û xatirxwestina ji Elizabeth II bû.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji Rûdawê re got: “Herêma Kurdistanê pêgeha xwe li herêmê îsbat kiriye. Têkiliyên dostane yên xurt û kûr, Herêma Kurdistanê dike aktorekî girîng li Rojhilata Navîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di yekem roja xwe ya li paytexta Brîtanya bajarê Londonê de, li gel Serokê Amerîka Joe Biden, Serokê Fransa Emmanuel Macron, Şahê Urdinê Duyem Ebdullah û serkirdeyên welatên Kendavê civiya.

Felah Mistefa li Londonê ji Rûdawê re ragihand, di merasîmê de, derfeta hevdîtina Nêçîrvan Barzanî bi şahê nû yê Brîtanya Charles III, malbata şah, berpirsên Brîtanya û serkirdeyên cîhanê re çêbû.