Fransa bo Amerîka û Awistralya: Ev yek binpêkarî û bêrêzî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Fransayê têkildarî rêkeftina Amerîka û Awistralya got ku wan herdu welatan  rast nekirin û Brîtaniya jî berdewam derfetan ji xwe re bikar tîne.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ji medyaya Fransî re ragihand, derew hatine kirin, dû rûyî hatiye kirin, binpêkariyeke mezin ya bawerî ye û bêrêzî hatiye kirin.

Ev gotinên Fransa di demekê de ne ku roja Pêncşema borî Amerîka bi nehênî rêkeftinek ligel Awistralya û Brîtanya îmze kiriye da ku keştiyên jêr deryayê ku bi enerjiya etomî kar dike, bide Awistralya.

Ev yek di demekê de ye ku rêkeftineke 90 milyar dolarî di navbera Fransa û Awistralya de hebû û sala 2016 hatibû îmzekirin, bi vê rêkeftina Amerîka û Awistralya û Brîtanya, rêkeftina Fransa û Awistralya betal dibe.

Herwiha Frasanyê balyozên xwe yên li Amerîka û Awistralyayê jî vekişandibûn ku ew jî ji ber rêkeftina Amerîka û Awistralyayê.

Li gor daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden, ew dê bi hevkariya Brîtanyayê, di warê pêşxistina jêrderyayiya etomî teknolojî û alîkariyê pêşkêşî Awistralyayê bikin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson derbarê rêkeftinê de ragihandibû, Amerîka, Awistralya û Brîtanya bi vê rêkeftinê nêziktirî hev dibin û gotibû, ev rêkeftin pêgeha Brîtanyayê di pêşrewkirina zanist û teknolijiyê de bihêztir dike.

Serokwezîrê Awistralyayê Scott Morrison jî dibêje, “Destpêşxeriya yekem a mezin a Amerîka û Brîtanyayê ji gihandina jêrderyayekê pêk tê ku bi enerjiya etomî kar dike. Di 18 mehên bê de, em dê bi hev re kar bikin bo diyarkirina baştirîn bo bidestxistina vê yekê.”

Ti welatek ji hevpeymanan amaje bi navê Çînê neda, lê Amerîka venaşêre ku mebesta wê lawazkirina pêgeha wê. Çînê jî rêkeftina Amerîka û Awistralyayê şermezar kir û ragihand ku seqamgiriya navçeyê têk dibe û herwiha wek pêngaveke “neberpirsane” binav kir.