Sîrwan Barzanî: Helwesta erênî ya Fransayê cihê teqdîrkirinê ye

Parîs (Rûdaw) - Fermandeyê Giştî yê Eniya Mexmûr-Guwêrê Sîrwan Barzanî got di vê heyamê de helwesta erênî û dostane ya Fransayê li beranberî gelê me nîşan dide, gelek girîng e û cihê teqdîrkirinê ye.


Fermandeyê Giştî yê Eniya Mexmûr-Guwêrê Sîrwan Barzanî li Koşaka Elyseeyê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û hevjîna Brigitte Macron re hevdîtinek pêk anî.


Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku wan di hevdîtinê de mijarên rewşa ewlehiya Iraqê, şerê li dijî DAIŞê û rola Hêzên Pêşmerge gotûbêj kirine.


Barzanî wiha got: “Macron behsa rola Hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de kir û rola pêşmerge di şerê rûbirûyê teroristan de bilind nirxand.”




Fermandeyê Giştî yê Eniya Mexmûr-Guwêrê derbarê helwesta Fransayê ya li beramberî gelê kurd de wiha got:


“Hêjayî gotinê ye helwesta erênî û dostane ya Fransayê ji bo gelê me di şert û merca niha de gelek girîng û cihê qedir girtinê ye, her weke pêştir jî ku gel û hikûmeta Fransayê dost û piştevanê gelê Kurdistan û xebata me ya rewa bûne.”


Fransa di nava Hêzên Hevpeymaniya li Dijî DAIŞê de cih girtiye û di warê alîkariyên mirovî û leşkerî de piştevaniya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge dike.