Parlamentoya Ewropayê dixwaze ‘Gurên Boz’ li lîsteya terorê bê zêdekirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Ewropayê gotûbêjên li ser qedexekirina grûpa tirkên tundrew û nejadperest a bi navê Tevgera Gurên Boz berdewam e. Parlamentoya Ewropayê di raporteke derbarê Tirkiyê de behsa Tevgera Netewperest kiriye ku wek `Gurên Boz` tê naskirin û dixwaze tevgera netewperestên Tirk a weke “Gurên Boz” tê naskirin lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewropayê bê zêdekirin.
Endamê Komîsyona Ewropayê Oliver Varhelyi ragihand ku di peywendiyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de her çend di mijarên Yunanîstan û Qubrisê de gavên erênî hatibin avêtin jî, lê li Tirkiyê di warê reforman de paşketin heye.
Parlamentoya Ewropayê derbarê rewşa Tirkiyê de raportek amade kiriye û gelek xalên raportê wisa xuya dike ku dê deriyê niqaşan ji peywendiyên Tirkiye û Parlamentoya Ewropayê re veke.
Di rûniştina derbarê raporta Tirkiyê de li Parlamentoya Ewropayê raportor Nacho Sanchez Amor diyar kir ku peywendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê yekemîn car e hewqasî lawaz dibin û bang li Tirkiyê kir û got: “Dest ji axaftin û feraseta xwe ya rêveberiya otorîter ya dijî Ewropayê berdin.”
Parlamentoya Ewropayê yekemîn car e di raporteke derbarê Tirkiyê de behsa Tevgera Netewperest kiriye ku wek `Gurên Boz` tê naskirin û dixwaze li lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewropayê bê zêdekirin.
Li Parlamentoya Ewropayê Raporterê Tirkiye û Parlamenterê Spanyolî Nacho Sanchez Amor bi vê armancê xalek di raporta Tirkiyê de bicîh kir, ku Tevgera Netewperest wek `nîjadperest û zêde rastgir` tê pênasekirin û tê gotin, ew tevger ne tenê bo Tirkiyê lê bo hemû welatên endamên Yekîtiya Ewropayê jî cihê metirsiyê ye.
Di raportê de tê xwestin ku tevgera peywendiya wê ligel Partiya Tevgera Netewperest (MHP) heye bikeve lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê û bo qedexekirina vê tevgerê li welatên Yekîtiya Ewropayê lêkolîn bê destpêkirin. Di raportê de tê gotin ku Tevgera Netewperest bo kesên dijber bi taybet jî bo Kurd, Ermen û Yunaniyan cihê metirsiyê ye û divê li hember wan têkoşîn bê kirin.
Endamê Komîsyona Ewropayê Oliver Varhelyi jî diyar kir ku di peywendiyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de her çiqas di mijarên Yunanîstan û Qubrisê de gavên erênî hatibin avêtin jî, lê li Tirkiyê di warê reforman de paşketin çêbûye.
Oliver Varhelyi mînakên wek hilweşandina Peymana Stenbol, biryara DMMEyê bo karsaz Osman Kavala û hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş pêşan dan û got, bihêzkirina peywendiyan ligel Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê berjewendiyeke stratejîk e.
Di raportê de tê gotin ku eger rewşa heyî neyê guhertin divê peywendiyên Tirkiye û YEyê bên ragirtin û ji nûv ve bên gotûbêj kirin û herwiha bo pêşerojê li ser modelên nû yên peywendiyan nîqaş bê kirin. Herwiha tê pêşniyar kirin ku piştî rewş asayî bibe di navbera Tirkiye û rayedarên Yekîtiya Ewropayê de civîneke taybet were sazkirin.
Li gorî Saziya Sîxuriya Almanya li wî welatî 11 hezar endamên Tevgera Gurên Boz hene û hevpeymanên Hikûmeta Almanya gihîştine wê baweriyê ku divê were qedexekirin.
Pêştir Hikûmeta Fransayê bi fermî Tevgera Gurên Boz qedexe kiribû û ew bi wê yekê tometbar kiribû, ku “çavkaniya kiryarên tundûtîj û belavkirina kîn û nefretê” li Fransayê ne.