Encûmena Leşkerî ya Sûdanê: Gotûbêjên li gel opozisyonê dest pê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Leşkerî ya Sûdanê ragihand ku dest bi gotûbêjên ligel opozisyona welatê xwe dikin û kar li ser hilbijartineke paqij û azad dikin.

 

Cîgirê Serokê Encûmena Leşkerî ya Sûdanê General Mihemed Hemdan da zanîn ku roja Yekşemê dest bi gotûbêjên ligel opozisyonê dikin û hevdem li ser wê yekê dixebitin bo hilbijartineke paqij û azad.

 

Mihemed Hemdan got ku bo wan ne girîng e kî dibe serokê Sûdanê, lê ya ji bo wan girîng e kesekî wiha be ji Xwedê bitirse û hêja, kesekî xelkê nexapîne û serwet û sermayeya xelkê nedize.

 

Cîgirê Serokê Encûmena Leşkerî ya Sûdanê General Mihemed Hemdan got: “Vê carê hilbijartineke paqij û azad tê kirin, daku Sûdanî bi dilê xwe kesekî hilbijêrin. Em wek hêza piştîvaniya bilez, berê xwe didin rewişt û bagraunda emnî ya wî kesî, bo me ne girîng e komunîstek dibe yan jî Brîtaniyek, a girîng ew e ew kes baş be, bo me ne girîng e kî fermanrewatiyê dike, pêdiviya me kesekî hêja heye ku ji Xwedê bitirse, diziyê ji xelkê neke, xelkê nexapîne, em li kesekî wiha digerin.”