Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Ukraynayê dibêje Rûsya topbarana xwe zêde kiriye li ser bajarên başûrê wî welatî. Artêşa Rûsyayê dibêje, berî ku ev mûşeka Ukraynî bi ser malên xelkê de bikeve, wan ew xistiiye xwarê.
Wezareta Berevaniya Ukraynayê derengî şeva borî ragihand, ku rêya gihiştiya Deryaya Azof ji dest daye û Hêzên Rûsî bi bendera Mariupol bi temamî kontrol kirin.
Leşkerên Ukraynî, bi çekên ku li welatê wan hatine çêkirin, zirîpoşeke Rûsî dikin armanc. Hêzên Rûsî li vê derê li bajarê Melitopol li başûrê Ukraynayê jî rastî mûşekên Ukraynî tên. Artêşa Rûsyayê dibêje, berî ku ev mûşeka Ukraynî bi ser malên xelkê de bikeve, wan ew xistiiye xwarê.
Wezareta Berevaniya Rûsya tîne ziman ev dema bordûmankirina cihê teqandina mûşekê ye, li wî beşê bajarê Melitopol ku di destê hêzên Ukraynî de ye.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Igor Konashenkov got: “Ji bo ku êrîşên mûşekî bidin rawestandin û welatiyên Ukraynayê ji êrîşên nû yên rêjîma nerteweperest a Kyivê biparêz in, du mûşekên me yên Iskender mûşekavêjên neteweperestan têk birin.”
Ukrayna jî Rûsya tohmetbar dike ku xelkê sivîl dike armanc û dibêje, di bordûmana bo ser vî xanî de li Kharkivê kesek hatiye juştin û 11 kesên din jî birîndar bûne.
Du roj in, êrîşên Rûsya zêdetir bûne û bajarê Lviv yê rojava jî tê armanckirin.
Firokxaneya Lviv ku ji Deryaya Reş ve bi mûşekên balîstîk hatiye armanckirin, dûmaneke reş piştî bordûmanê ji dûr ve tê xuyakirin.
Serokê Encûmena Herêma Lvivê Maxim Kozytsky got: “Ev êrîşek bû li ser Lviv ku herî kêm bûye cihê kombûna 200 hezar koçberên navçeyên şer. Ew êrîş dide nîşan ku ew ne li dijî artêşa Ukraynayê şer dikin, herwiha li dijî xelkê sivîl, zarok, jin û koçberan şer dikin.”
Bajarê Lvivê nêzîkî sînorê NATOyê ye, tenê 70 kîlometran ji sînorê Polandayê dûre. Ji bilî ku cihê kombûna koçber û derbiderbûyên şere, herwiha bûye derî jibo welatên Rojava ku ji wê derê alîkariyê bighîn in navçeyên din ên Ukaynayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse