Li Swedê êrişa bi çekan: 2 Mirî 8 birîndar

 

Navenda Nûçeyan - Şeva borî li Swêdê di encama êrişeke çekdarî de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kesên din jî birîndar bûn.

 

Çavkaniyên nûçeyan li Swêdê eşkere dikin ku ew êriş li ser kafteryayeke bajarê Goteborgê borî ku duyem bajarê herî mezine li Swêdê, pêk hat.

 

Li gor polîsê Swêdê, 2 kesan bi kilaşinkofê êrşî ser kesên di nava kafîtryayê de ku lîstikeke futbolê dinêrîn, kirin û di encam de 2 kes hatine kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.

 

Berdevkê polîsê Goteborgê ragihand ku berî niha li heman navçeyê çend bûyerên wiha qewimî ne, lê ti têkiliya wan bi terorê ve tine bû.