Polîs ji bo alîkariyê çûn lê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Minnesotayê ya Amerîkayê du polîs xebatkarekî tîmên agirvemirandinê hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, ew ji bo alîkariyê çûbûn malekê lê gule li wan hatine reşandin.

Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê, ji bo alîkariyê gazî polîs û tîmên agirvemirandinê hat kirin.

Lê dema ew çûnê malê gule li wan hatine reşandin û du polîs xebatkarekî tîmên agirvemirandinê hatine kuştin.

Heta niha li ser hûrgiliyên bûyerê ti agahî nehatine dayîn.

Li hêla din, bûyerê li bajarê Burnsvilleyê rû daye ku 30 kîlometreyî dûrî eyaleta Minnesotayê ye.