Mesrûr Barzanî: Biryara Dadgeha federal a Îraqê nayê qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê derbarê biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê de got: “Biryar ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nayê qebûlkirin."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li bajarê Munchenê yê Almanyayê îro Şemiyê 19ê Sibata 2022yan di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de ligel endamên Encûmena Nûneran a Amerîkayê Elissa Slotkin û Adam Schiff civînek pêk anî.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de li ser rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gotûbêj hatin kirin.

Herwiha hat gotin ku di civînê de behsa biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê hate kirin.

Mesrûr Barzanî di civînê de tekezî li wê yekê kirin ku ev biryar ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nayê qebûlkirin û gotiye: “Eev biryar ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nayê qebûlkirin û Herêma Kurdistanê bi her awayî berevaniyê li mafên xwe yên destûrî dike."

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê roja Sêşembê 15ê Sibatê derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê biryarek da û ew yasa wek nedestûrî bi nav kir. Dadgeha Federal herwiha di biryara xwe de Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pabend kir, ku petrola xwe radestî Hikûmeta Federal û Wezareta Petrola Iraqê bike.

Herwiha dadgehê biryar da ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû petrola xwe radestî Wezareta Petrolê ya Iraqê bike. Dadgehê di biryarê de destûr jî dide Wezareta Petrolê ya Iraqê heye ku pêdaçûnê li ser yasayî û rastbûna girêbestên petrol û gazê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel welat û kompaniyên biyanî bike.