Hikûmeta Danîmarka: Em piştevaniya PYD û YPGê dikin

 

Navenda Nûçeyan - Hikûmeta Danîmarka ragihand ku PYD ji PKKê cuda ye û got ew alîkariya PYD û YPGê dikin.

 

Wezîrê Derve yê Danîmarka Martin Lidegaard di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Information ragihand ku ew alîkariya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikin û tekez kir ku ewê di alîkariyê de berdewam bin.

 

Di bersiva pirseke rojnameyê de ku digot “Erdogan berî niha gotiye ku PYDê terorîst e, hûn çi dibêjin?” Lîdegard anî ziman ku helwesta wan li ser PYDê weke helwesta Yekîtiya Ewropayê ye û ew e ku PYD ne rêxistineke terorîst e û got PYD ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) cuda ye.

 

Li ser helwesta wan ji krîza Sûriyê jî wezîrê derve yê Danîmarka got ku ew alîkariya ti aliyê şer li wê derê nakin, ne hikûmet û ne jî dijbereyê.