Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Derve ya Almayayê Annalena Baerbock têkildarî biryara parlamentoya welatê xwe ya naskirina komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd ragihand ku “Belê ev gavek girîng e ber bi qebûlkirina êşan, herwisa çespandina edaletê ji bo rizgarbûyan.”
Îro di civîneke taybet de, Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir.
Wezîra Derve ya Almayayê Annalena Baerbock di rêze twittekê de, ev biryara îro ya Parlementoya Alamnaya bi pêngaveke giring da zanîn.
Baerbock di rêze twittên xwe de dibêje: “Berî sê sala min jinên Êzîdî li bakurê Iraqê nas kirin: Ew hatbûn revandin, bûbûn kole, û qurbaniyê destdrêj kirinê. Ev êşa wan min ticari bernade. Bundestag biryar da ku navê sûcên DIŞIê yên li dijî Êzidiyan bike: jenosîd.
Baerbock herwiha biryar weke pêngaveke girîng pênase dike û dibêje: Em dizanin ku ti biryareke parlemantoya di vê cîhanê de nikare êşên wan ji holê rake. Lê ez ji kûr ve bawer im ku ev biryar cûdahiyekê çêdike: Belê ev gavek girîng e ber bi qenûlkirina êşan, herwisa çespandina edaletê ji bo rizgarbûyan.
Wezîra Derve ya Almayayê Annalena Baerbock diyar nivîsandiye: “Welatê me niha mezintirîn dîaspora Êzîdî ya cîhanê ye. Dengdana îro deyndarê rola wan a bê westan e.”
Welatê me niha mezintirîn dîaspora Êzîdî ya cîhanê ye. Dengdana îro deyndarê rola wan a bê westan e. #YazidiGenocide 3/3
— Außenministerin Annalena Baerbock (@ABaerbock) January 19, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse