Olaf Scholz: Niha şansê Sûriyeyiyan heye ku di aştiyê de bijîn
Hewlêr (Rûdaw) - Olaf Scholz li ser Sûriyeyê got, "Dema ku yasa serwer be, prensîbên demokrasiyê têne pêş û dibe sedema wê yekê ku pirrengiya Sûriyeyê bê sepandin ku tê de netewe û olên cuda hemû bi hev re bi aştiyane bijîn."
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.
Piştî ku rejîma Esed rûxiya Tehrîr El Şamê piraniya Sûriyeyê kontrol kir û niha hewlên avakirina hikûmeteke nû tên dayîn.
Îro Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê û welatên Balkanê li Bruksela paytaxta Belcîkayê hat li darxistin.
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz li ser rewş û paşeroja Sûriyeyê ji Rûdawê re axivî.
"Niha şansê Sûriyeyiyan heye ku di aştiyê de bijîn"
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz wiha got:
"Divê niha her kes bizanibe ku Esed bi dawî hat, ev jî tişê herî baş e. Dîktarorek bû ku êrişî gelê xwe dikir û ew dikuştin.
Ew tawanbar e bi wê yekê ku tawanê herî pîs beramberî gelê xwe pêk anî.
Niha şansê Sûriyeyiyan heye ku di aştiyê de bijîn û pêwendiyên wan ên aştiyane bi cîranên xwe re hebin.
Ev yek di demekê de dibe ku bingehên sereke yên yasayê têne cîbicîkirin û nabe kes ji wê yekê bitirse ku li wî welatî dijî.
Dema ku yasa serwer be, prensîbên demokrasiyê têne pêş û dibe sedema wê yekê ku pirrengiya Sûriyeyê bê sepandin ku tê de netewe û olên cuda hemû bi hev re bi aştiyane bijîn.
Em dişopînin, niha jî me dest bi gotûbêj û pêwendiyan kiriye, ev merc ji bo me girîng in, heger em bixwazin di vê proseyê de beşdar bin."
"Divê tiştêm em dixwazin bibînin bike"
Nûnera Bilind a Karûbarên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê ya Komîsyona Ewropayê Kaja Kallasê jî li ser heman mijarê axivî û got:
"Sibe em dê li ser rewşa Rojhilata Navîn biaxivin. Li gorî min pir girîng e ku em bi hevkarên xwe yên li herêmê re bi hev ra bixebitin.
Welatên Ereb û Tirkiye û Amerîka û Yekitiya Ewropayê jî hev ra bûn ku; Divê serkirdayetiya nû ya Sûriyê tiştê ku em dixwazin bibînin, bike da ku Sûriye pêş bikeve."
"Tundiyê rawestînin û rêzê li serweriya Sûriyeyê bigirin"
Li aliyê din Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo ji Rûdawê re axivî û got:
"Li gorî min rêzgirtina ji serweriya xaka Sûriyeyê girîng e.
Ji bo aştiya Sûriyeyê divê her tişt bê kirin. Ji bo vê jî kesên ku dixwazin vegerin Sûriyeyê dikarin biçin.
Divê êdî em pêşî li krîzên herêmî yên ku gelek welatan tê de ne, bigirin.
Banga me ew e ku tundiyê rawestînin û rêz li serweriya xaka Sûriyeyê bigirin."