Lêkolera Amerîkayî: Senator behsa cezakirina Tirkiyeyê dikin!
Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolera Amerîkayî Meghan Bodetteyê got, “Hinek senatorên Amerîkayê dibêjin, eger Tirkiye pêşniyara Mezlûm Ebdî qebûl neke em dê wê ceza bikin.”
Piştî ku li herêmê tevgera kom û komikên çekdar û artêşa Tirkiyeyê zêde bûye îhtimala ku ew êrişî Kobaniya Rojavayê Kurdistanê bikin li rojevê ye.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî doh ragihand ku ew ji bo avakirina “herêmeke bêçek” amade ne.
Lêkolera Amerîkayî Meghan Bodette ji Washingtonê bû mêhvana Nûrojê û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.
“Em dê cezayên aborî li serê ferz bikin”
Meghanê pirsa, “Tu di wê baweriyê de yî ku dê Amerîkayî peşniyara Mezlûm Ebdî bipejirînin?” wiha bersivand:
“Îro agirbest heta dawiya hefteyê hatiye dirêjkirin.
Hin endamên Kongreyê, endamên Senatoyê hene ku dibêjin, ‘Eger eger Tirkiye vê pêşniyara HSD û Mezlûm Ebdî qebûl neke em dê cezayên aborî li serê ferz bikin û dê bersiva Amerîkayê hebe.”
“Bersiveke xurttir lazim e”
Meghan Bodetteyê diyar kir ku ji bo Tirkiye banga Mezlûm Ebdî qebûl bike “Bersiveke xurttir lazim e” û got:
“Hinek hewldan hene. Ez bawer im ev pêşniyar di cihê xwe de ye.”
Meghanê daxuyand ku 2 senatoran behsa cezakirina Tirkiyeyê kiriye û ew jî Lindsey Grahamê Komarî û Chris Van Hollenê Demokrat in.
Meghanê ragihand ku dê Senator piştgiriyê bidin qanûna cezakirina Tirkiyeyê û anî zimên:
“Dema ev pêşniyara qanûnê ya ji bo cezayên aborî were ez bawer in dê gelek endamên Senato û Kongreyê hebin ku tevlî vê pêşniyarê bibin, wekî ku me 2019an jî dît.”
Meganê destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê tune bike û çekdaran li axa wan bi cih bike.
Li gorî agahiyên ku wê dane, şertên Tirkiyeyê yên ji bo agirbestê gelekî giran in.
Lêkolera Amerîkayî li ser gotegotên bi rengê “şervanên ne-Sûriyeyî” di nava HSD û YPGyê de hene got ku wan ji bo gelê herêmê berdêl daye û Amerîka dikare ji bo wan jî formulekê bibîne.
Hinek xalên din ên ku Meghan Bodetteyê ji Rûdawê re gotine wiha ne:
“Eger Tirkiye êrişî Kobaniyê bike dê encam ew qasî mezin bin û dibe ku bandorê li siyaseta Amerîkayê bikin.
Tirkiye dixwaze li Rojavayê Kurdistanê hebûna Kurdan tune bike.
Tirkiye dixwaze hemû herêmê kontrol bike, plana Erdogan ji berê ve ev bû.
Amerîka dikare beriya ku Trump dest bi karê xwe bike jî hinek tiştan bike.
Hinek senator ji tiştên ku Tirkiye dixwaze gelekî bi guman in.
Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Derve ji jinûveavabûna DAIŞê ditirsin.
Tirkiye dixwaze Rojavayê vala bike û komên çekdar lê bi cih bike.
Şertên Tirkiyeyê yên ji bo agirbestê gelekî giran in.
Divê Kurd Kobaniyê bînin rojeva cîhanê.”
Ji bo bihîstina hemû gotinên Meghan Bodetteyê li vîdeoyê temaşe bikin: