Hêzên Fransî 166 koçberan ji kanala Îngilîz rizgar kirin

18-12-2022
RÛDAW
Nîşan Kanala Îngilîz Koçber Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî çend rojan ji xeniqîna çar koçberan û windabûna çend kesên din, rayedarên Fransî ragihandin ku wan şeva Înê 166 koçberên din ên ku di Kanala Îngilîz de asê mabûn hatine rizgarkirin.

Rayedarên bajarê Calais a bakurê Fransayê diyar kirin ku keştiyeke Hêzên Deryayî ya Fransayê li nav avên bakurê nêzikî 50 kesan ji belemeke ku bin av bû rizgar kirin. Keştiyeke din a Hêzên Deryayî 31 koçberên din ji heman cihî ku keştiya wan binav bû rizgar kirin.

Herwiha pasevanên peravan ê Fransî 45 kesên din ên ku alîkarî xwestibûn, ew gihandin peravên bajarê Calaisê. Di heman demê de keştiyek din jî 40 kesên din gihandin peravên aram.

Li gorî hikûmeta Brîtanyayê, tenê îsal zêdetirî 40 hezar koçber bi keştiyan ji Fransa derbasî Brîtanyayê bûne, ku ev jî hejmareke rekor e.

Ew rê ji bo koçberiya neqanûnî yek ji rêyên herî xeternak e. Roja Çarşemê piştî ku keştiyek li nêzî bendera Dover a li başûrê Îngilîstanê noqî avê bû, çar koçber mirin.

Ev trajedî sakek piştî wê yekê hat ku bûyera roja 24ê Mijdara 2021an de ya Kanala Îngilîz a di navbera Fransa û Brîtanyayê de belemeke koçberan binav bû û di encamê de 27 koçber ku 17 ji wan Kurd bûn jiyana xwe ji dest dan û tenê 2 kes jê rizgar bûn ku yek ji wan Kurd bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst