138 koçber ji nav Kanala Îngilîz hatin rizgarkirin

18-12-2021
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Fransa Kanala Îngilîz Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêza Deryayî ya Fransayê hevkariya koçberên asayîmayî yên nav Kanala Ingilîz dike û wan ji mirinê rizgar dikin. Ev koma koçberan beşek in ji wan 138 koçberan ku bi belemeke kevin û bêkêr ber bi Brîtanyayê koç dikirin û ji aliyê Fransiyan ve ji niqûmbûnê hatine rizgarkirin.

Xeniqîna 27 koçberan di Kanala Ingilîz de ku piraniya wan Kurdên Başûrê Kurdistanê, di nav de Fransa welatên Ewropayê anîn ser xetê ku ger û çavdêrîkirina li Kanala Ingilîz zêdetir bikin. Peravên aliyê Fransayê bi hûrî tên temaşekirin, gera firokeyên çavdêriyê jî berdewam e.

Endamê Hêza Esmanî ya Fransayê Michael Munkner dibêje “Tişta em dikin çavdêrîkirina tevgera koçberan û zêdekirina geştên me yên esmanî ne li peravên deryayî yên Belçîka û Fransayê, ev ligel kontrolkirina tevgera koçberan li Kanala Ingilîz, wek wêya ku doh me kir û bi dehan koçber rozgar kirin.”

Ji sala 2018an ve koçkirina bi rêya Kanala Ingilîz ji Fransayê bo Brîtanyayê zêde bûye. Hikûmeta Fransayê ragihandiye ku di heşt mehên destpêkê yên îsal ve 15 hezar û 400 koçberan hewl dane derbasî Brîtanyayê bibin, ji wan 3 hezar û 500 koçber di nav deryayê de ji aliyê Fransiyan ve hatine rizgarkirin.

Lê Brîtanî behsa zêdeyî 40 hezar koçber dikin ku îsal hewl dane derbasî Brîtanyayê bibin û dibêjin, her îsal zêdeyî 25 hezar koçber gehiştine wî welatî, wate sê qatê hejmara 2020an ku kêmî 8 hezar koçberan bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst