Macron: Şer sibatê bidawî dibe û Esed dê hesab bide

Navenda Nûçeyan - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got di heyama derbasbûnê de Esed wê wek muxatab bê qebûlkirin, lê paşê ji ber sûcên ku kirine li ber gelê xwe û hiqûqa navneteweyî  hesab bide. Bi gotina Macron heta dawiya meha sibatê şerê li Sûriyê dê bidawî bibe.

 

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di Kanala 2emîn a Fransayê de beşdarî bernameyekê bû û pirsên der barê rojevê de bersivandin û behsa geşedanên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn kir û got şerê li Sûriyeyê wê heta dawiya meha sibatê biqede.


Emmanuel Macron got şerê li Sûriyê dê heta dawiya meha sibata 2018ê biqede, Serokê Sûriyê Beşar Esed û nûnerên wî di heyama derbasbûnê de wek muxatab bêne qebûlkirin, lê paşê Esed divê ji ber sûcên ku kirine li ber gelê xwe û hiqûqa navneteweyî hesab bide.


Macron got Rûsya û Îranê şer qezenc kirin û Esed jî dê ji ber parastina wan hebe û wiha dewam kir: "Beşar Esed dijminê gelê Sûriyê ye, dijminê min jî DAIŞ e."


Macron anî ziman Esed divê ji ber sûcên ku kirine li ber gelê xwe û hiqûqa navneteweyî hesab bide.


Macron hefta borî daxuyandibû artêşa Fransayê di çarçoveya hevpeymaniya navneteweyî de dê operasyona ku ji îlona 2015an vir ve didomîne bide sekinandin.


Wezareta Parastinê ya Rûsyayê roja pêncşemê daxuyandibû ku Sûriye ji DAIŞê hatiye paqijkirin.


(A.B)