Almanya: Dema mirov bibîne li wir çi sûc tên kirin gotina 'polîsê exlaqê Îranê' bêwate ye

Almanya (Rûdaw) - Dîplomatên payebilind ên 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ji bo civîneke asayî gihiştin Kongreya Ewropayê ya li Luksemburgê. Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê naveroka giştî ya civînê eşkere kir, ku di nav de jî sepandina pakêta dorpêçan li ser Îranê ye.

Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlekariya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell got "Teqezên îro girêdayî tundiya li dijî xwepêşanderên ku di encama kuştina Mahsa Emînî de derketine kolanan e, mueyîdeyên hatine nîqaşkirin, hatine amadekirin û ez bawer im dê bên bicihanîn."

Wezîra derve ya Almanyayê ku jineke ciwan e, navê “polîsê exlaqî” yê Îranê xistiye lîsteya sizayan û gefa sizayên zêdetir li dijî karbidestên Tehranê xwar, eger berdewam bin li ser tepeserkirina xwepêşanderan.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock got “Di civîna îro ya wezîrên derve de, ji bilî pakêta cezayên berê yên li dijî Îranê, emê pakêteke din a taybet ragihînin. Berpirsiyarên sûcên hovane yên li dijî jin, ciwan û mêran wê bên pirsîn. bi navê polîsê exlaq jî tê de. Dema mirov dibîne li wir çi sûc tên kirin, gotina “polîsê exlaq” bi xwe jî bê wate ye. Xuya ye ku eger ev rejîm bi vî awayî li ser gelê xwe berdewam bike, wê demê pakêta din ya sizayan dê ji bo berpirsan be.”

Pêşniyara pakêta cezayên li dijî Îranê li pêşberî rayedarên Ewropî ji cezayên li dijî 15 kes û saziyan pêk tê.

Pakêta sizayên Yekîtiya Ewropayê polîsên exlaqî, hêza Besîc, ofîsa berevaniya sîber û rêveberê polîsê Îranê li xwe digire. Wezîrê Ragihandin û Ragihandina Teknolojiyê yê Îranê û rayedarên polîs ên parêzgeha Sana, Seqiz û Bokanê jî di nav wan de ne.