Bêtêlên Hizbulahê hatibûn teqandin: Gold Apolloyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Kompanyaya Gold Apolloyê ragihand ku amûrên ragihandinê yên li Libnanê hatin teqandin wan çênekirine û bal kişand ser şirketa BACê.

Kompanyaya Gold Apolloyê ya ku navenda wê li Taywanê ye, diyar kir cîhazên ku li Libnanê li ser gelek endamên Hizbulahê hatin teqandin wan bi xwe çênekirine û bal kişand ser şirketa bi navê "BAC"ê ku wan lîsansa markayê dayê.

Gold Apolloyê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, di çêkirina cîhazên ragihandinê yên ku modela wan "AR924" e de ti rayeya wan nîne.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Em tenê rayeya markayê didin û em bi ti awayî tevî sêwirandina vê cîhazê yan jî çêkirina wê nabin.

Em tenê rayeya bikaranînê ya lîsansa markayê didin şirketa bi navê BACê û ew jî çêdikin.”

Li gorî nûçeyên çapemeniya Taywanê, Birêvebirê Gold Apolloyê Hsu Ching Kuang civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ev cîhaz li derveyî wî welatî tên çêkirin.

Êrişa sîber

Doh li Libnanê bêtêlên ku endamên Hizbulahê bi kar tînin bi hev re hatin teqandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û birînên 200 kesî giran in.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di van êrişan de 9 kes mirine ku yek ji wan zarok e.

Hizbulahê jî şeva borî daxuyandibû ku 2 endamên wan mirine.

Hizbulahê piştre bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku 10 endamên wan ên din jî mirine.