Nûnerê Herêma Kurdistanê li Brîtanya: Hikûmeta Brîtanyayê tekezî li ser vexwandina Nêçîrvan Barzanî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Brîtanyayê ragihand, li Iraqê du kes ji bo beşdariya di merasima xatirxwestina ji şahjina Brîtanyayê ya wefatkirî Şahjin Elizabeth a Duyem hatine vexwendin ku yek ji wan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê îro bi serdanekê gihîşt Londonê û biryar e beşdariyê di merasima cenaze û xatirxwestina ji Şahjin Elizabeth a Duyem de bike.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Brîtanyayê, Karwan Cemal Tahîr di dauxyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, li Iraqê du kes ji bo beşdariya di merasima xatirxwestina ji şahjina Brîtanyayê ya wefatkirî Şahjin Elizabeth a Duyem hatine vexwendin ku yek ji wan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

Karwan Cemal Tahîr got, “ev vexwendin gelekî giring e, ji ber ku Encûmena Wezîran a Brîtanyayê tekez kiriye ku divê nûnerê Herêma Kurdistanê beşdar bibe.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Brîtanyayê, merasima cenaze ya Şahjin Elizabeth a Duyem weke bûyereke pir mezin bo Brîtanya û cîhanê bi nav kir û got, “kombûneke cîhanî ye û serkirdeyên 150 welatên cîhanê têde beşdar dibin. Serkirde dê li wê derê hevdu bibînin û renge behsa çend mijarên cîhanî bikin. Hebûna nûnerê Herêma Kurdistanê vê yekê nîşan dide ku peywendiyeke kûr û bihêz di navbera herdu aliyan de heye û di van salan de zêdetir ber bi pêş ve çûne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara îro Yekşembê li ser vexwandina fermî ya hikûmeta Brîtanyayê gihîşt Londonê.

Şahê Brîtanyayê Şah Charles ê Sêyem û hevjîna wî Kamila êvara îro li koşka Buckingham pêşwazî li serkirdeyên cîhanê kirin.

Şahjina Brîtanyayê Elizabeth a Duyem ku roja 8ê Îlona 2022an piştî ku bo dema 70 salan şahjina wî welatî bû, di temenê 96 saliyê de koça dawî kiribû.

Sibe Duşembê 19ê Îlonê saet 06:30 bi dema Londonê û 08:30 bi dema Hewlêrê termê Şahjin Elizabeth bo dêra Saint George li Westminster bê veguhastin û merasima cenaze jê re bê lidarxistin û paşê dê termê wê bo keleha Windorsê bê veguhastin û li kêleka hevjîn, bav, dayik, xwîşk û endamên din ên malbata Şahîtiyê tê veşartin.

Merasima veşartina Şahjina Brîtanyayê, wek yek ji mezintirîn merasimên dîplomatîk ên cîhanê di sedsalê de tê binavkirin.