Neteweyên Yekbûyî: Berhema salane ya plastîkê dê di 2050an de bigihêje 1,100 milyon tonî

Hewlêr (Rûdaw) - Xwebexş li Bangkok a paytexta Taylandê, bermayên plastîk kom dikin. 17ê Îlonê roja cîhanî ya hilgirtina gelaşe û jîngeparêz jî çalakiyên cur bi cur dikin.

Tenê di nava kêmtir ji demjimêrekê de, di daristanê de xwebexşan yek ton û 660 kîlo bermayên plastîk komkirine, ew bi hêvî ne ku berhemhênerên plastîkê li cîhanê bên kêmkirin.

Serokê Rêkxistina palewaniya gilaş li Bangkok a Taylandê Tipayasukon anî ziman, “Ev ne tenê peyamek e bo welatiyan ku bikaranîna plastîk kêm bikin, peyamek e ji wan kompanyayên çêkirinê re jî ku vî berhemî kêm bikin.”

% 80 gilaşa cîhanê pilastîke, bo wê wek metirsîdartirîn bermaye tê dîtin ku herî zêde tê bikaranîn û ji nîvî zêdetir jî davêjin deryayan.

Li gorî bernameya jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî, niha 7 ton bermayên plastîk li ser ruyê erdê heye.

Li her xulekê de 1 milyon bîdonên plastîk tên bikaranîn û 5 trilyon firaxên plastîk salane tê bikaranîn ku kêmtir ji %10 wê tê rîsaylkirin.

Salane nêzîkî 400 milyon ton plastîk tên berhemanîn û Neteweyên Yekbûyî hişyarî dide, eger pêşî lê neyê girtin 2050an berhemanîna plastîkî digihêje 1,100 milyon tonî.

Tê pêşbînîkirin ku di deryayan de 75 ta 199 milyon ton plastîk hebe ku bi rêya 1000 rûbaran diçe nav.

Xwebexş Hong Giang got, “Dema îro bi xwebexşên din re me bermayî hildigirtin, min dît gelaşek zêde heye, li cihên gelek biçûk jî.”

%36ê plastîka ku di cîhanê de tê çêkirin bo xwarinê û vexwarinê têxin nav tê bikaranîn, %85 ji aliyê xelkê ve tê avêtin.

Xwebexş Rozali anî ziman, “Cihê nîgeraniyeke mezin e ji ber ku plastîk madeyeke ku zû nahele, demeke dirêj di nav axê de dimîne û ziyanên xwe bo tendirustiya mirovan jî heye.”

%98ê plastîka ku yek car hatî bikaranîn bi petrola reş tê çêkirin, bo wê %19ê gaza ziyanbexş ya cîhanê ji ber pîşesaziya çêkirina plastîk derdikeve.