Li Dakkayê ji ber agir 15 hezar xanî herifîn û 50 hezar kes koçber bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Agirekî zêde bi navçeyeke hejarnişîn a paytexta Bangladeşê bajarê Dakka ket û di encamê de 15 hezar xanî wêran bûn. Ji ber vê bûyerê 50 hezar akinciyên Chalantika hejarnişîn malên xwe bicîh hiştin û derbider û koçber bûn.

 

Beşeke zêde ya xaniyên navçeya Chalantika bi maddeya plastîkê serê wan hatibû girtin û ev yek jî bû sedem ku agir zêdetir gur bibe û ji kontrolê derkeve.

 

Li gor çavkaniyên xwecihî, di bûyerê de ti kesî cane xwe ji dest nedaye, lê tenê çend kes birîndar bûne.


Piştî 6 demjimêran tîmên agirvemirinadinê karîn agir kontrol bikin û heta niha jî nayê zanîn ka agir ji ber çi derketiye û sedem çi bûye.