David Satterfield dibe balyozê nû yê Amerîka li Tirkiyê

Navenda Nûçeyan – Li gorî zanyariyan, David Michael Satterfield weke Balyozê Amerîka yê li Enqerê hatiye destnîşankirin.

 

David Michael Satterfield 63 salî ye û niha bi wekalet, postê alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên rojhilata nêzîk birêve dibe.

 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk ve, biryar e di demên pêş ên nêzîk de, Satterfield weke balyozê bû yê Waşingtonê li Enqerê dest bi kar bibe.

 

Satterfield di navbera salên 1998 heta 2001 de û di serdema rêveberiya George W. Bush de balyozê Amerîkayê li Lubnanê bûye.

 

Herwiha wî diplomat payebilind ê amerîkî li ser mijar û karûbarên têkildarî rewşa Rojhilata Navîn, gelek caran serdana Iraq û Lubnanê kiriye.

 

Pêştir û di îdareya George W. Bush de, Satterfield şêwirmendê bilind ê wezîra derve yaw ê demê ya Amerîkayê, Condoleezza Rice bûye.