KARESAT- Li Derya Spî keştiya koçberan binav bû: 400 mirî

Navenda Nûçeyan – Li Derya Spî Keştiya ku 400 penaber têdebûn ku dixwestin herin Îtalyayê binav bû.

Li gor rojnameya Daily Mail a Brîtanyayê, 400 penaberên ku dixewstin ji Misre herin Îtalyayê keştiya wan li Deriya Spî binav bû. Piraniya koçberan ji Somalî, Etiyopya û Erîtreyê ne.

Li gor çapemeniya Somaliyê tîmên rizgarkirinê tîmîn di bûyera qezaya keştiyê de heta niha tenê kariye bigehe 29 penaberan.

Konsolê Somaliyê yê Misirê beşdarî beşdarî bernameya BBC Erebî bû û ragihand zêdetirî 400 kesê di nav deryayê de xeniqîne.