Par li Ewropayê daxwazên penaberiyê ji pêrar kêmtir bûn

Dusseldorf (Rûdaw) - Li gorî daneyên Yekîtiya Ewropayê, di 2024an de rêjeya daxwaza mafê penaberiyê li YE, Swîsre û Norwêcê li gorî sala 2023yan, bi rêjeya ji sedî 12 kêmtir bûye.

Sala 2024an yek milyon kesî daxwaza mafê penaberiyê kiriye lê 2023yan milyon û 140 hezar daxwaz hatibûn pêşkêşkirin.

Piraniya daxwazan ku digihîje 235 hezar û 925 daxwazî, li Almanyayê hatine pêşkêşkirin.

Li Almanyayê jî rêje bi qasî ji sedî 30 li gorî pêrar kêm bûye.

Piraniya wan kesên ku sala borî çûne Almanyayê ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûn.

Piştî Almanyayê, Spanya û piştre Fransa û di dawiyê de jî Îtalyayê herî zêde daxwazên penaberiyê tomar kirine.

Macaristan xerabtirîn welat bûye û di dirêjahiya salê de tenê 29 daxwazên penaberiyê wergirtine.