Biden û Pence vaksîna Coronayê werdigrin

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî derketina gomanan li ser silametiya vaksînan, berpirsên pilebilind ên Amerîkayê dixwazin li berçavê xelkê vaksînan werbigrin da ku bibe handanek bo wan.

Koşa Spî da xuyakirin, ku sibe Mike Pence Cîgirê Serokê Amerîkayê vaksîna coronayê werdigre û hefteya bê jî serokê nû hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden vaksînê werdigre.

Biden ragihandiye: “Naxwaze nobebirînê bikim, lê dixwazim ji Amerîkiyan re nîşan bidim ku vaksîn silamet e.”

Biden 78 salî ye û ji wê grûpê ye ku ji ber temenê wan metirsî heye bi giranî Coronayê bigrin.

Derbarê Donald Trump de, Koşka Spî dibêje ku divê pizîşk nirxandinê bo rewşa Trump bikin û piştre biryarê bidin, ji ber ku Trump berî niha bi coronayê ketibû.

Kaily Makinani, Sekretera Rojnamevanî ya Koşka Spî jî ragihand, roja Înê (sibe) Mike Pence Cîgirê Serokê Amerîkayê vaksînê werdigire.

Mike Pence ragihandiye: “Ez li bendê me di çend rojên bê de vaksînê werbigrim  bê ti dudiliyekê. Xelkê Amerîkayê dikarin bawerî bi wê yekê bikin, di demekê de ku em bilez biryarê didin, di heman demê de sazişê li ser yasayên silametiyê nakin.”

Wergirtina vaksînê ji aliyê serkirdeyan ve beşek e ji programa îdareya Amerîkayê ya di jêr navê pala rûbirûbûna terorîzm û pandemiya Coronayê de, ku herdu jî gef in li ser Amerîkayê û serkirdeyên wê.

Yekemîn berpirsên amerîkî ku vaksîna Coronayê wergirt, Chris Miller Wezîrê Berevaniya Amerîkayê bû.