Finland zarokên DAIŞî bi rêya Hewlêrê vedigerîne
Helsînkî (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Finlandê Pekka Haavisto pêştir ragihandibû ku wan hewla vegerandina zarokên Finladî yên zarokên çekdarên DAIŞê, bêyî dayîkên wan, ji Kampa Holê ya Hesekê bo Finlandê, dane destpêkirin. Pekka Haavisto herwiha gotibû ku ew dikarin bi rêya Hewlêrê biçin Finlandê.
Wezîrê Derve yê Finlandê Pekka Haavisto ji televîzyona Yle ragihand ku zarokên Finî yên li Sûriyê ji dayîk bûne, di mercên gelek dijwar de dijîn û ew zarok ji tawanên bav û dayîkên xwe ne berpirsiyar in.
Pekka Haavisto diyar kir ku erka hikûmeta welatî wan e, ji bo dahatûyek baş, xwedî li wan zarokan derbikevin û got ku ew dikarin wan zarokan bi rêya Hewlêrê vegerînin.
Sana Marin piştî ku weke serokwezîra Finlandê hat hilbijartin derbarê rewşa DAIŞiyên Finlandî yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da û ragihand, ku divê ew li hemberî rewşa dijwar a jin û zarokên li kampên DAIŞê, hestiyartir bibin. Li ser daxuyaniya Serokwezîra Finlandiyê, xelkê wî welatî bûn du beş, beşek piştgiriya vê helwesta Marin dike û beşeke jî li dijî derdikeve.
Di 2yê Kanûnê de derbarê Pekka Haavisto de, bi hinceta ku ji bo vegerandina zarokên Finî yên li kampên Rojavayê Kurdistanê, zext li berpirsekî Wezareta Derve ya Finlandê kiriye, lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Çalakvana Finlandî Yelina Îfa Kato ji Rûdawê re, derbarê jinên tevlî DAIŞê bûne de ragihand, ku wan şaşiyeke mezin kirine û bedela şaşiyên bav û dayîkan zarok didin.
Yelina Îfa Kato diyar kir ku mafê wan zarokan hene bêne vegerandin, lê dema ew hatin vegerandin, dibe ku li welat rûbirûyê kiryarên nijadperestî bibin.
Welatiyê Finladî yê bi navê Mico Atinin jî diyar kir ku ew li dijî biryara hikûmeta welatê xwe ya ji bo vegerandina zarokê DAIŞî ye û wiha pê de çû: “Ez fêm nakim ku kesek were welatî min û mafê penaberiyê bixwaze. Dibe ku ew hêza welatê me ji bo kuştina sivîlan bikar bînin. Herwiha eger heye ku heman tewanan li welatê me jî encam bidin. Biryara hikûmetê gelek xirab e, û ew jin hemû terorîst in. Ne dûr e zarokên wan jî weke wan bin. Loma divê ew kesane li cihên ku hatine girtin bêne darizandin.”
Karîkator bû rojev
Li Finlandê di medyaya civakî de rewş jin û zarokên DAIŞî bûye yek ji mijarên sereke yên rojevê. Karîkatorê li ser malpere “ILTALEHTI” bi îmzeya Velle Ranta hate belavkirin di nav civaka wî welatî de bûye cihê gengeşê.
Di karîkator de kesên ku dibînin zarokek diçe dibistanê, bi tirs xwe vedişerin hate nexşkirin. Herwiha li ser karîkator wiha hate nivîsandin: “Gel ditirsî ji kuderê bizane ev zarok ne DAIŞî ye?”
Karîkatorê ku li ser medyaya civakî hate belavkirin, gelek şîrove li ser hatine kirin. Beşek welatî, wî karîkator rexne dikin û beşek jî bi erênî pêşwazî li karîkator dikin.
Li Kampa Holê 33 welatiyên Finlandî hene
Niha li Kampa Holê jê 11 jin bi giştî 33 hemwelatiyên Finladî hene ku heta niha hatine tespîtkirin. Hejmareke ji wan zarokan li Sûriyê jidayîk bûne. Herwiha beşek ji wan zarokan bê bav û dayîk mane ku di şer de hatine kuştin.
Wezîrê Derve yê Finlandê yê berê Erkki Tuomioja di destpêka şerê DAIŞê de ji Rûdawê re gotibû ku ji Finlandê nêzîkî 100 kesan ligel malbatên xwe tevlî refên DAIŞê bûne.
Li gor medyaya wî welatî di meha Gulana îsal de 25 DAIŞiyên Finlandî hatine kuştin û herwiha guman li ser kuştina hejmareke din jî heye.
Pekka Haavisto di meha Tebaxê de gotibû eger ku Fînladiyên ji aliyê Hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê ve hatine girtin bixwazin vegerin, ew dikarin bi rêya Hewlêrê vegerin.
Haavisto dibêje: “Ji Kurdan re me got ku hûn û Finlandî dikarin vegerin. Em spasiya berpirsên Kurd dikin ku derbarê çarenivîsa Finladiyên tevlî DAIŞê bûne em agahdar kirine.”
Li gor zanyariyên Rûdawê beşek ji wan zarokên ku welatiyê Finlandê ne Kurd in.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Wezareta Derve ya Finlandê hatine wergirtin beşek ji zarokên hemwelatiyên Finlandê Kurd in û bav û dayîkên wan hatine kuştin.
Ew çavkanî derbarê çarenivîsa Kurdên ji Finlandê tevlî DAIŞê bûne de dibêje: “Pêştir hejmarek ji wan vegeryan. Lê heta niha jî hejmarek hêj nehatine. Beşek ji wan xwe radest kirine. Herwiha hejmarek kes jî girtine.”
Emed Kurdî yek ji diyartirîn kese ku ji Finlandê tevlî DAIŞê bûye. Ehmed Kurdî çend caran bi tohmeta peywendiyên wî ligel rêxistinên tundra çêbûye hate desteserkirin lê piştre hate azadkirin. Herî dawî hat zanîn ku Ehme Kurdî tevlî DAIŞê bûye. Kurdî piştre dîsa vedigere Finlandê û niha jî ligel zarokê xwe li Finlandê xwe wenda kiriye.
Li gor medyaya Finladê, Ehmed Kurdî, bi rêya Tirkiyê derbasî Sûriyê bûye û li wê derê hate kuştin. Zarok û hevjîna Ehmed Kurdî li bajarê Turko dijîn.
Serokwezîrê pêştir ên Finlandê piştgiriya hewlên bo vegerandina DAIŞiyên Finlandî nedikir. Lê Serokwezîra niha berevajoyê serokwezîrê berê ji bo vê hewlê piştgir e.
Wezîrê Derve yê di kabineya Sana Marin de dibêje ku ti gunehê wan zarokan ninê ku ji ber bav û dayîkên xwe bêne cezakirin.