Erdogan: Em ne deyndarê Îsraîlê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku Îsraîlê heta niha 13 hezar Filistînî kuştine ku jin, zarok û kesên bi temen di nav wan de ne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi serdanekê çû Almanyayê.

Erdogan piştî civîna xwe ya ligel Serokkomarê Almanyayê, bi Serokwezîr Olaf Scholz re jî civiya.

Erdogan û Scholz piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

Pêşhatên dawî yên şerê Hemas û Îsraîlê mijara sereke ya gotarên serkirdeyên her du welatan bû.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz di gotara xwe de amaje bi êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşînê ya li Îsraîlê da û got:

“Em vê çalakiya terorî bi tundî şermezar dikin. Em dê bîstekî din li ser vê yekê biaxivin, ji bo ku ev alozî zêdetir geşe nekin em dikarin çi bikin.”

“Mafê hebûnê yê Îsraîlê xeta sor e”

Scholz ragihand ku mafê Îsraîlê yê xweparastinê heye û got:

“Êşên xelkê sivîl ê Filistînê û tiştên li Xezeyê çêdibin jî me xemgîn dikin. Almanya bi dehan salan e di vî warî de alîkariyên mirovî dike.

Em îsal jî bi qasî 160 milyon euroyan alîkariyê dikin. Armanca me çareseriya du dewletî ye. Mafê hebûnê yê Îsraîlê ji bo me xeta sor e.”

Serokwezîrê Almanyayê ji bilî şer û aloziyên li Xezeyê bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di Peymana Dexlûdan a Deryaya Reş de û got:

“Tirkiye bi taybetî di hinardeya dexlûdan de rolekî gelekî girîng dît. Ez dixwazim ji ber sûdên wî yên takekesî yên ji bo vê proseyê spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê bikim.

Lê mixabin berdewamnekirina vê proseyê ji aliyê Moskowê ve cihê xemgîniyê ye.”

“Metirsî li ser ewlehiya Ewropayê heye”

Scholz ragihand ku ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê ewlehiya Ewropayê di metirsiyê de ye û anî ziman:

“Rûsya bi berdewamkirina vî şerî peymaneke ku bi salan heye binpê dike. Divê sînor bi zorê neyên guherîn. Di vê mijarê de metirsî li ser ewlehiya Ewropayê heye.

Di heman demê de endamtiya Swêdê ya NATOyê jî li Parlamentoya Tirkiyeyê tê gotûbêjkirin. Ez hêvîdar im di demeke kurt de encameke erênî jê derkeve.”

Di berdewmaiya axaftina xwe de Scholz ameje bi endamtiya Tirkiyeyê ya  Yekitiya Ewropayê jî da û got:

“Em dê di hevdîtinan de li ser vê mijarê jî nirxandinan bikin. Em di salên borî de li ser vê mijarê li paş potansiyela xwe man.

Em dê gotûbêjan li ser wê yekê bikin ku em çawa dikarin vê proseyê ber bi pêş ve bibin. Herwiha di warê hevkariya aborî de jî potansiyeleke mezin heye.”

Piştî Scholz Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan axivî.

Erdogan ragihand ku ji 7ê Çiriya Pêşînê ve Îsraîlê 13 hezar Filistînî li Xezeyê kuştine ku jin, zarok û kesên bi temen jî di nav wan de hene û got:

“Ligel vê yekê hema bêje cihekî bi navê Xezeyê nemaye. Niha behsa Hemasê dikin. Gelo hebûna çekên Hemasê û hêza wê bi Îsraîlê re dikare bê muqayesekirin?”

“Di Tewratê de kuştina zarokan cih nagire”

Recep Tayyîp Erdogan Îsraîl bi wê yekê tohmetbar kir ku çekên wê yên atomî hene û got:

“Eger hûn ji Îsraîlê bipirsin dê bibêje min ev çek nînin. Ew derewan gelekî bi başî bi kar tînin. Heta niha behsa alîkariyên darayî yên ji bo Îsraîlê tê kirin. Baş e piştevaniya darayî ji bo Hemasê tê dayîn? Na tiştekî wiha nîne.

Di nav van hemû kêmderfetiyan de îbadetxane, dêr û nexweşxane tên armanckirin lê ligel van hemûyan di Tewratê de armanckirina nexweşxaneyan û kuştina zarokan cih nagire.”

“Deynê Îsraîlê li me nîne”

Serokkomarê Tirkiyeyê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew li hemberî êrişên Îsraîlê yên li dijî sivîlan bêdeng namînin û got:

“Binêrin ez bi rehetî diaxivim. Ji ber ku deynê Îsraîlê li me nîne. Eger em deyndarî Îsraîlê bûna em wiha bi rehetî nediaxivîn. Kesên deyndar bi rehetî naxivin.”

Recep Tayyîp Erdogan herwiha anî ziman:

“Em wek Tirkiye ji destpêkê ve êrişên ku li Xezeyê sivîlan dikin armanc qebûl nakin û armanca me ew  agirbest bê ragihandin û alîkariyên mirovî bigihin Xezeyê. Derdê me ew e ku ev xwîn rawest e.”

Erdogan ji bilî mijara Xezeyê ragihand ku derdora 3,5 milyon welatiyên Tirkiyeyê li Almanyayê dijîn û hêviya wan ew e ku welatiyên wan di navbera her du welatan de bibe pireke pêwendiyan.

“Tirkiye 52 sal in li ber deriyê Yekitiya Ewropayê ye”

Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku endamtiya Tirkiyeyê ya di Yekitiya Ewropayê de yek ji rojevên sereke yên serdana wî ya Almanyayê ye û got:

“Me berî niha jî gotibû ku em dixwazin ev prose ber bi pêş ve biçe. Em sûdên Almanyayê yên di vê proseyê de girîng dibînin.

Ne hêsan e, Tirkiye ev 52 sal in li ber deriyê Yekitiya Ewropayê tê rawestandin.”

Rojnamegerekî Alman li ser helwesta li hemberî Hemasê û nasandina Îsraîlê wek dewleteke terorê ji aliyê Erdogan ve pirsî û got ev yek dê pêwendiyên Almanya û Tirkiyeyê bixe metirsiyê an na?

Herwiha got ku Almanya piştî vê yekê dê daxwaza kirîna 40 balafirên Eurofighter a Tirkiyeyê qebûl bike?

Serokkomarê Tirkiyeyê di bersiva xwe ya vê pirsê de got:

“Îsraîlê bi hezaran Filistînî kuştine. Nexweşxane hilweşandin. Dêr û îbadetxaneyan dike armanc. Ev yek min wekî Misilmanekî aciz dike.

Tu wekî Xiristiyanekî ji vê yekê aciz dibî? Li ser mijara Eurofighteran (balafirên şer) Almanya dide yan jî nade.

Tenê Almanya balafirên şer berhem tîne? Em dê ji gelek aliyan ve xebata vê yekê bikin. Wek rojnamegerekî bi vê yekê gefan li me nexwin.”