Şerê Ukraynayê; Rûsyayê bi dronên Kamîkaze êrîşî Kyivê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Bajarê Kyiv a paytexta Ukrayanyê îro di saetên serê sibehê de rastî êrîş û bombebarana Rûsyayê hat. Wezareta Berevaniya Ukraynayê dibêje, Rûsyayê bi dronên bombekirî êrîşî Kyivê kiriye.

Di saetên serê sibê de ji ber êrîşên hêzên Rûsyayê yên li ser paytexta Ukraynayê Kyivê li bajêr du teqînên cuda çê bûn.

Şaredarê Kyivê Vîtalî Klîçko di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku li taxa Şevçenskî ya paytext 2 teqînên cuda çê bûne.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêmî ya Kyivê Oleksiy Kuleba ji niştecihên Kyivê xwest ku guh bidin hişyariyên hewayê.

Dronên Kamîkaze bikar anîn

Ji Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermakê ragihand ku bi dronên Kamîkaze êrîşî Kyivê hatiye kirin.

Wezareta Berevaniya Ukraynayê jî di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku Rûsyayê îro bi dronên bombekirî êrîşî paytext bajarê Kyivê kiriye.

Têkildarî kuştî û birîndarên êrîşa îro ya li ser Kyivê hêj ti agahî nehatin bidestxistin.

Artêşa Rûsyayê di 10ê Cotmehê de jî bi awayekî berfireh Kyiv bombebaran kiribû.