Wezareta Deve ya Amrerîkayê: Em yekser bi rayedarên PYDê re rûniştin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kir ku bi Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) re yekser hevdîtn kirine.

Piştî ku Rûdawê ragihand ku şandeke amerîkî bi serokatiya Alîkarê Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê Tony Blînken li bajarê Dihokê bi Hevserokê PYDê Salih Mislim re rûniştiye, Wezareta Derve ya Amerîkayê ev agahî piştrast kir û ragihand, cara yekemîn bi awayekê yekser şandeke Amerîkayê bi nûnerên PYDê re rûniştiye.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Jen Psakî bêyî ku behsa cihê civînê bike, ragihand, me berê bi awayekî neyekser bi PYDê re hevdîtin dikir lê hefteya borî em yekser bi PYDê re rûniştin.

Ew hevdîtina ku Jen Psakî behsa wê dike, çawa ku Rûdawê ragihandibû, di navbera çend kesên nêzîkî PYD û hinek berpirsên Konsulxaneya Amerîkayê li Enqereyê çêbibû.

PYDê her wiha hefteya borî hinek kesên nêzîkî xwe şandibû Washingtonê lê wê demê Amerîkayê ji PYDê re gotibû, divê hûn bi partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê re hemaheng bibin.

Di çarçoveya hevdîtina digel partiyên Rojavayê Kurdistanê de, hefteya borî balyozê Amerîka li Enqereyê bi rayedarên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) rûniştibû.

Rûdawê ragihandibû ku Alîkarê Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê Tony Blînken, Alîkarê Wezîrê Derve yê Amreîkayê di karûbarên Iraqê de Brett McGorck û Balyozê Amerîka li Iraqê Stivart Johns piştî civîna digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi Hevserokê PYDê Salih Mislim re jî civiyane. Ew civîn li Dihokê hatibû kirin û bi navbeyinkariya Barzanî çêbibû.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Jen Psakî di civîna rojnamevaniyê ya hevbeş digel Berdevkê Pentagonê John Kirby, nexwest cihê civîna şanda amerîkî digel nûnerên PYDê eşkere bike û tenê got, civînên neyekser li derveyî Herêma Kurdistanê çêdibûn.

Ev civîn û hevdîtinên navbera rayedarên Amreîka û PYDê hevdem e bi tundbûna êrişên asimanî yên Amrerîka û hêzên hevpeyman li dijî DAIŞê li Kobanî.

Li gorî daxuyaniya Fermandehiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM), di nav 48 saetên borî de herî kêm 40 caran balafirên şer li Kobanî li DAIŞê dane.

John Kirby li ser rewşa Kobanî hişyarî da û ragihand, ew şer ji Amerîkayê re şerekî zehmet e û tirsa xwe ji ketina Kobanî anî ziman.