Ian Austin behsa civîna xwe ya li gel Nêçîrvan Barzanî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Encûmena Lordan a Brîtanyayê Ian Austin derbarê civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Şeref û kêfxweşiyeke mezin bû ku ez li gel Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî civiyam ji bo gotûbêjkirina çawaniya bihêzkirina peywendiyên di navbera Şahnişîna Yekgirtî û Herêma Kurdistanê de, pêşxistina seqamgirî û pêkanîna peywendiyên aborî yên nêzîktir.”

Endamê Encûmena Lordan a Brîtanyayê Ian Austin ku kesayetiyekî diyar ê Brîtanyayê ye û berî niha serdana Herêma Kurdistanê kiriye, duh di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê behsa wê kir ku pêwîst e Brîtanya, her çeka di dest de ye bo alîkariya gelê Kurdistanê bişîne.

Ian Austin amaje bi wê jî kir ku divê Brîtanya, di warên cotkarî, fîlm, pîşesaziyên din û kultûrî de peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê bihêztir bike.

Derbarê civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê jî Ian Austin li hejmara xwe ya Twitterê ragihand, “Şeref û kêfxweşiyeke mezin bû ku ez li gel Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî civiyam ji bo gotûbêjkirina çawaniya bihêzkirina peywendiyên di navbera Şahnişîna Yekgirtî û Herêma Kurdistanê de, pêşxistina seqamgirî û pêkanîna peywendiyên aborî yên nêzîktir.”

Serokê Herêma Kurdistanê ku ev 3 roj in bi serdaneke fermî li Londonê ye, li gel serkirdeyên pilebilind ên Brîtanyayê civîn pêk anîn.

Nêçîrvan Barzanî îro di çarçova serdana xwe de, li gel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson jî civiya.

Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Londonê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Serokwezîr Boris Johnson îro li Downing Street pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî kir.”

Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê dibêje, “Boris Johnson û Nêçîrvan Barzanî hevnêrîn bûn li ser bihêzkirina peywendiyên Şahnişîna Yekgirtî li gel gelê Kurd û tevahiya Iraqê.”

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê de tê gotin, “Peywendiyên me kûr û dîrokî ne û herdu serkirdeyan rijdbûna xwe bo pêşxistina peywendiyan dûpat kir, bi taybetî di warên bazirganî û veberhênanê de.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniya derbarê civînê de got, “Birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Londonê bi germî ji aliyê birêz Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ve li nivîsîngeha xwe ya li 10 Downing Street hate pêşwazî kirin.”

Li gor daxuyaniyê, “Di civîneke dostane de birêz Serokwezîrê Brîtanya xweşhaliya xwe bi pêşwaziya birêz Serokê Herêma Kurdistanê derbirî û spasî serdana xwe ya Londonê kir, herwiha dûpat kir ku Brîtanya bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê dinêre û ew peywendiyên sîh sal berê bi damezrandina navçeya nefirîna li navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya da dirust bûn, dimînin û dakokiyê li berdewamiya pêgiriya Brîtanya bi piştgîrî û bihêzkirina peywendiyan kir.”