Piştî lehiyê hez li erdê ket: Herî kêm 72 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê Hindistanê ji ber barana ku bi rojan e dibare û piştî lehiyê hez li erdê ket û herî kêm 72 kesan canê xwe ji dest da.

Li eyaleta Himaçal Pradeşê ta Hindistanê ya çiyayî barana gur a mûsonê bû sedema rabûna lehiyê û şemitîna axê.

Bi lehiyê re rê di bin avê de û avahî di bin axê de man

Xebatkarên rizgarkirinê hewl didin ku kesên di bin ax û heriyê da mane xilas bikin.

Rêveberiya Keşnasiyê ya Hindistanê (IMD) ji ber barana zêde ya ku dê çend rojên din jî bibare hişyarî da. Rayedaran diyar kir ku heta niha herî kêm 72 kesan canê xwe ji dest da.

Hêzên Hewayî yên Hindistanê û tîmên karesatan di rizgarkirina mirovên li deverên nêzîkî asta deryayê de bûn alîkar.

Li bajarê Şimlayê yê Himaçal Pradeşê bi sedan rê hatin girtin û biryara girtina dibistanan hat dayîn.