Balafira rêwiyan li nava bajêr ket: 10 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Şah Alamê yê Malezyayê balafira rêwiyan a taybet, bi ser cihê ku mal lê ne de ket.

Di encama qezayê de 8 kesên di balafirê de û 2 kesên li cihê bûyerê mirin.

Li gorî nûçeya Malay Maliyê, polîsan ragihand ku balafira rêwiyan a taybet a ku 6 rêwî û 2 muretebat tê de bûn ji Balafirgeha Navneteweyî ya Langkawiyê bi hewayê ket.

Ev balafir piştî demekê li bajarê Şah Alamê, bi ser cihekî ku mal lê bûn de ket.

Di encama ketina balafirê de, 2 kesên li cihê qezayê û 8 kesên di balafirê de mirin.