Profesorekî Kanadayî ji ber hezkirina Kurdan fêrî Soranî bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Profesorê Kanadayî David Ramano ji ber hezkirina xwe ya li ser Kurdan, fêrî zaraveya Soranî bûye û niha mijûlî nivîsandina pirtûkeke taybet a li ser siyaseta derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Mala profesorê Kanadayî Davîd Ramano li bajarê Springfield a wîlayeta Missouri ya Amerîkayê ye. Romano sala 1996an ji Tirkiyê bi bisikletê hatiye Başûrê Kurdistanê û piştre jî çûye Rojhilatê Kurdistanê.

Profesorê Zanistên Siyasî û Lêkolerê Dîroka Kurdan David Romano anî ziman, “Navê min David Romano ye, ji Kanadayê me, zimanê min ê dayikê Fransî ye lê min bi Îngilîzî xwendina xwe temam kir.”

Romano salane li Amerîkayê di 21ê Adarê de Cejna Newrozê pîroz dike. Ev welatiyê Kanadayî nivîskarê 4 pirtûkên derbarê Kurdan de ye û bi dehan lêkolîn jî di vî warî de kirine. Dibêje heta ku ew li jiyanê be, dê li ser lêkolînên derbarê Kurdan û Kurdistanê  de berdewam be.

Profesorê Zanistên Siyasî û Lêkolerê Dîroka Kurdan David Romano got, “Ev sê pirtûk û pirtûkekî din ku min li malê hiştiye, ligel van pirtûkan ku beşek ji wan min bi xwe nivîsîne, ew kar in ku min li ser Kurd û Kurdistanê kirine. Min hinek xebatên din jî li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn hene.”

Niha bi nivîsîna pirtûkeke taybet a li ser siyaseta derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijûl e. Mamosteyên Zanîngehê li Amerîkayê 7 sal carekê dikarin yek demsalê betlaneyê werbigirin.

Romano biryar daye betlaneya xwe ku 7 sal in li bendê ye wernegire. Di wê demê de  bê Hewlêrê û li Zanîngeha Selaheddîn bê beramber dersan bide.

Romano gelek ji ajelan û jîngehê jî hez dike û Serokê Rêxistina Hevpeymaniya Rûbarên Amerîkayê ye ku zêdeyî 5 hezar endamên wê hene.