Li Almanyayê li dijî Rojnameya Sabahê operasyon; 2 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê li dijî ofîsa Rojnameya Sabahê ya Tirkiyê ku li bajarê Frankfurtê ye, operasyonek hate kirin, di operasyonê de Nûnerê Almanyayê Îsmaîl Erel û Rêveberê Nûçeyan Cemîl Albay hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Rojnameya Sabahê hatine wergirtin, polîsên Almanyayê li malên Îsmaîl Erel û Cemîl Albay û ofîsa Rojnameya Sabah a Ewropayê geriyane û dest danîne ser kompîter û telefonên wan.

Hat diyarkirin ku li ser armanca serdegirtinê de hîn agahiyên zelal nînin. Hate diyarkirin ku ji bo berdana 2 rojnamegeran Wezareta Derve û saziyên pîşeyî yên Tirkiyê ketine nava liv û tevgerê.

Nûçegîhanê Rûdawê Zinar Şîno jî ji Almanyayê ragihand, “Rayedarên Almanyayê heta niha sedema girtina wan kesan diyar nekirine.”

Çavkaniyan diyar kirin ku ev mijar hem li Enqerê û hem jî li Berlînê bûye mijara nerazîbûnan û destnîşan kirine ku reftarên li dijî rojnamevanan nayên qebûlkirin û ji bo azadkirina rojnamevanan jî danûstandinên di asta bilind de bi rayedarên Almanî re berdewam dikin.

Îdîa: Cevherî Guven gilî kir

Li ser medyaya civakî îdiaya ku operasyon li ser giliya rojnameger Cevherî Guven ê ku navê wî di nav Cemaata Gulen de ye hatiye kirin lê ev îdia nehate piştrastkirin.