Kurdên Azerbaycanê: Me ji bîr nekin

Bakû (Rûdaw) – Kurdên li gundên Azerbaycanê dixwazin medyayên kurdî wan ji bîr nekin û rewşa wan jî romal bikin.

Tîmeke taybet a Rûdawê niha li Bakû ya Azerbaycanê ye û serdana gundên kurdan yê wê derê dike, herî dawî jî serdana gundê Qedliyê kir.

Piraniya kurdên Azerbaycanê 4 ziman dizanin û ew li wir agahiyan xwe yên derbarê rewşa Kurdan û cîhanê de bi rêya madyayên azerî, rûsî, tirkî û kurdî dişopînin.

Şêniyên gund têkelin û kurd û azerî bi hev re dijîn. Li gund bêdengiyeke heye. Zeviyên wan dûrî gunde û piraniya gundiyan li ser karin.

Dema ku tîma Rûdawê serdana wan kir, ew bi wê yekê gelekî keyfxweş bûn û gazindên xwe anîn ziman.

Şêniyên kurdên wê derê dibêjin bila medyayên kurdî wan ji bîr nekin û rewşa wan jî bi awayekê objektîf romal bikin.