Otobus û tanker li hev qelibîn: 21 mirî, 38 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hêlmendê yê Efxanistanê di qezayeke trafîkê de 21 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Efxanistanê, li navçeya Gerişkê ya bajarê Hîlmendê otobusa rêwiyan, motosîklet û tankera sotemeniyê li hev qelibîn.

Di qezayê de otobus şewitî, 21 kesan canê xwe ji dest da û 38 kes jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên navçeyên Gerişk û Leşgergahê.