Barzanî û Macron: Divê ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê bê parastin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Krudistanê Mesrûr Barzanî li Davosê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re êrişa mûşekî ya Îranê ya li Hewlêrê gotûbêj kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku ji bo Foruma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) li bajarokê Davosê yê Swîsreyê ye, bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Di hevdîtinê de êrişên mûşekî yên Îranê yên li Hewlêrê ku ji bo Herêma Kurdistanê metirsiyeke mezin in û binpêkirina eşkere ya serweriya Kurdistan û Îraqê nr hatin gotûbêjkirin.

Barzanî û Macron tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha Macron ji bo sivîlên ku di êrişê de canê xwe ji dest dabû sersaxî xwest û piştevaniya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ji bo sersaxî û piştevaniya Macron û Fransayê spasiya wan kir.

Li aliyê din, çareserkirina pêrsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de mijareke din a civînê bû.