Ermenî rêkeftina li gel Azerbaycanî ya li ser Karabaxê weke radestbûnê dibînin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Azerbaycanê şahî û li Ermenistanê jî şînî ye. Şerê li herêma Nagorno Karabaxê bi serkeftina Azerbaycan û şikestina Ermenistanê bidawî bû, lê heta niha anîna termên serbazên Ermenistanê berdewam e.

Ev merasîma veşartina serbazekî Ermenî yê 28 salî ye li bajarê Stepanakert ê herêma Nagorno-Karabaxê ku piştî şer hatiye dîtin û radestî malbata wî hatiye kirin.

Mikhail Akopyan, apê serbazekî kuştî yê Ermenî dibêje: “Doh termê wî bo me hat vegerandin. Berê me wiha dizanî ku wenda bûye. Niha me ew dîtiye û dispêrin axê.”

Di şerê şeş hefteyî de, 2 hezar û 317 serbazên Ermenî hatin kuştin. Niha hemû herêma Nagorno Karabax û Ermenistanê di şînê de ne.

Suren, akinciyekî herêma Nagorno Karabaxê dibêje:“Niha hemû serbazên kuştî zarokên me ne. Ne girîng e yê hatiye kuştin kî ye, xizmê me ye yan na. Bo hemûyan di şînê de ne.”

Tê gotin ku piştî hemû şerekî aştî ye, lê bidawîbûna şer bo Ermeniyan nayê wê wateyê.

Mikhail Akopyan ji rêkeftina Ermenistanê û Azerbaycanê nerazî ye û tekez dike: “Ev rêkeftina ligel Azerbaycanê hatiye îmzekirin, ne yeksan e. Bo me tê wateya teslîmbûnê.”

Li gor rêkeftina navbera wan, Ermenistan çend navçeyên herêma Nagorno-Karabaxê radestî Azerbaycanê dike. Ermenî jî hewl didin termên serbazên xwe yên kuştî ligel xwe bibin û li nêzîkê cihê bicîhbûna xwe ya nû wan bispêrin axê.