Li Efxanistanê 615 DAIŞiyan bi hev re xwe radestî hêzên asayişê kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Nangarhar a Efxanistanê piştî operasyona li dijî DAIŞê, 615 çekdar û endamên wê rêxistina bi hev re xwe radestî hêzên ewlekariyê yên Efxanistanê kirin.
Wezareta Berevaniya Efxanistanê ragihand ku hêzêm ewlekarî yên wî welatî li navçeya Açin a ser bi parêzgeha Nangarharê li dijî DAIŞê operasyoneke berfireh kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Efxanistanê 615 çekdar û endamêm DAIŞê ku beşek ji wan kesên biyanî ne, xwe radestî hêzên ewlekariyê yên wî welatî kirine.
Di daxuyaniyê de herwiha hat eşkerekirin ku li dijî rêxistinê operasyon berdewam e.
Bi herifîna "xîlafeta" DAIŞê li Iraq û Sûriyê, şirovekar dibêjin ku ev yek dê piştgiriya têkçûyîna rêxistina DAIŞê li Efxanistan, Pakistan, Asya Navîn û her cihekî din bike.