RÛSYA - Li mizgefteke bajarê Kazan xelk fêrî ola Îslamê dibin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kazan ku dikeve başûrê rojavayê Rûsyayê, Desteya Rûhî ya Misilmanên Teter Mizgefta Galeev vekirine ku îbadet têde tê kirin û herwiha dersên taybet bi ola Îslamî jî tên xwendin.
Li Mizgefta Galeev dersên fêrbûna ola Îslamê çend hefteyan berdewam dibin û di wan dersan de amadevan bi pênc dersan fêrî bingehên serekî yên Îslamî dibin.
Melayê mizgeftê Muhammad Miftakhov dibêje: “Zanyarî wek mifteyê ne. Lewra her pênc ders destpêka hebûna wan zanyariyan e. Bêguman, em girîngiyê bi tiştên serekî didin û di Îslamê de jî nimêjkirin tişta herî girîng e. Bêguman tişta yekem ku divê bizanin hebûna bawerî û piştre jî nimêj dibe. Nabe kesek jî were neçarkirin daku ola xwe bi Îslamê biguhere, eger ew kes bi xwe nexwaze.”
Ders bê beramber in û bi herdu zimanên Rûsî û Teterî tên dayîn, her kesek jî temenê wî/ê zêdeyî 12 salan be dikare beşdar bibe, êdî ne girîng e ser bi çi olekê ye. Venera Gaynanova yek ji wan kesa ye ku beşdarî dersan bûye û hest bi kêfxweşiyeke zêde dike ku derbarê Îslamê de fêrî tiştên serekî dibe.
Venera Gaynanova dibêje: “Ezmûna min a nimêjkirinê nebû. Kesî ez fêrî nimêjkirinê nedikirim, lê min dixwest fêr bibim. Destpêkê di serê her kesekî de çendîn pirsyar hene û pêdiviya min jî bi cihekî wek vê derê hebû daku pirsyar bikim û fêrî wê yekê bibin bi rastî nimêja xwe bikin.”
Li gor zanyariyên fermî, nêzîka 10 milyon ji akinciyên Rûsyayê misilman in û ew jî rêjeya nêzîka ji sedî 7ê daniştvanên wî welatî pêk tînin.