Li bankayên Swêdê pere deyn dikin û li Kurdistanê milk dikirin

Stokholm (Rûdaw) – Karzan Hemereş demek bû li Swêdê kar dikir, lê nekarî pereyekî diyar berhev bike. Biryar da rêyeke din ê komkirina sermayeyê peyde bike. Ji bankayekî Swêde pere deyn kir û li Silêmaniyê du xanî kirîn û da kirê.

 

 

Karzan Hemereş li bajarê Stokholmê dijî. Bi rêya deynkirina 270 hezar dolaran, niha mehane 1200 dolaran bidest dixe. Ew di wê baweriyê de ye ku bi vê rêyê xizmeta Kurdistanê dike û dibêje, “Xelkê sûd ji wê pareyê wergirtiye ku me ji Swêdê hinartiye Kurdistanê û ez jî bi qazanca bankê li vir xêra wî dixwim.”

 

Pisporê aborî Yusif Selamî jî diyar dike, bi vî kiryarî herdu alî, Herêma Kurdistanê û Swêd jî sûdmend dibin.

 

Selamî dide xuyakirin ku her çend ev yek hîleyekî yasayî jî be, lê divê bê birêxistin û wiha dibêje:

 

“Ev yek, gelek ji wî karî baştir e ku li derveyî welat pere spî bikin û paşî vegerînin welat. Bi wî şêweyî zirar digehişte Kurdistanê lê bi vî şêweyî Kurdistan zirar nake.”

 

Li gorî yasa û rênimayên bankayên Swêdê, her hemwelatiyek dikare li gorî dahata xwe ya heyvane deyn werbigre. Ev deyn jî ji 100 hezar dolaran destpê dike heta milyonek dolarî. Lê defaktoya bazara vî welatî wisa dike ku qazancekî pir kêm ji wî pereyî bikî. Ji ber vê yekê, beşek ji wan kurdên welatiyên Swêdê, bi pereyên xwe li Kurdistanê milk dikirin û pê bazirganiyê dikin.

 

Karzan Hemereş dibêje, hevjîna wî jî kar dike û dahata wan a mehane 5 hezar dolar e. Dikare heta nîv milyon dolaran ji bankê deyn bike. Ew dibêje, “Ez milyonek dolaran deyn bikim û bixim bazara Swêdê, jê feyde nakim.”

 

Hemû ezmûn ne serkeftî ne

 

Di salên derbasbûyî de li gel geşedana aboriya Kurdistanê, piraniya kurdên li Swêdê, dixwestin li Kurdistanê xanî û milk bikirin. Hinek wan ji bankayan pere deyn kirin û erd û xanî kirîn lê piraniya wan jî rastê pirsgirêkan hatin û naçar bûn ji wî welatî derbikevin.

 

Firyad keseke ku li Swêdê rûdinişt û niha li Kurdistanê di girtîgehê de ye. Wî bi navê pêkanîna projeyan ji 40 kurdên Swêdê pere wergirtiye lê pereyên wan xwariye.

 

Firyad ku li Swêdê nivîsîngehekî wî hebûye, derbarê vê yekê de ji Rûdawê re axivî û got: “Zêdetirî 2 milyon dolar min ji wan wergirt. Piraniya wan ji bankayên Swêdê deyn kiribûn. Ew pere didan min da ez li Kurdistanê xaniyan bikirim.

 

Diryad nivîsîngeha xwe wisa dabû nasîn, weke ku li Kurdistanê projeyên mezin ên nîştecîbûnê saz dike. Piştî salekî eşkere bû ku ev yek ne rast e û ji wir revî hate Kurdistanê, li Germiyanê hate girtin.

 

Hena Husên yek ji wan kesên mexdûra destê Firyad e. Hena Husên li Stokholmê dijî û parêzer û wergêr e. Ew bixwe xelkê Bexdayê ye lê hevjînê wê xelkê Silêmaniyê ye. Ew dibêje, “Min ji bo xuşk û herdu birayên xwe xanî ji wî kirîbû. Me nêzîkî 65 hezar euro ji Banka Nordiya ya Swêdê deyn kir. Niha navê me reş bû, dewletê dest danî ser hemû tiştên me.”

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê gelek rûnitvanên kurd ên Swêdê, ji ber reşbûna navên wan û nedana deynan, ji wir revîne û niha li Kurdistanê dijîn.

 

Karwan Resûl yek ji wan kesan e ku ji ber deynê bankê rastê pirsgirêkekî mezin hatiye. Ew jî diyar dike ku jib o projeyekî wan nîv milyon dolar pere şandine Kurdistanê. Bazirganê ku pereyê wan wergirtiye, du sal beriya niha li ser rêya Kerkûk û Silêmaniyê hatiye kuştin û pereyên wan jî birine.

 

Niha navê Karwan û hevjîna wî di lîsteya reş de ye. Niha ew û hevjîna xwe kar dikin ku deynê bankê bidin. Her du jî bi hevre kar bikin, dikarin di 20 salan de deynên xwe bidin.