SALZBURG – Ji bo Rojavayê Kurdistanê çalakiya piştgiriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Salzburgê yê Awisturyayê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê çalakî hat lidarxistin.

Tirkiyeyê di rojên dawiyê de êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Ev êrişên Tirkiyeyê li Li bajarê Salzburgê yê Awisturyayê hatin şermezarkirin.

Bozan Kirhoyê ku beşdarî çalakiyê bûye ji Tora Medyayî ya Rûdawê got ku ev çalakî li ser daxwaza diyasporaya Kurd hatiye sazkirin.

Kirho da zanîn ku çalakî “ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê bûye.”

Kirho herwiha destnîşan kir ku di çalakiyê de çend axaftin jî hatine kirin.

Partiya Komunîst a Awisturyayê, Komeleya Rewşenbîriyê ya Kurdî û Komeleya Ciwan beşdarî çalakiyê bûne.

Parlemantera Awisturyayê Sarah Pansyê êrişên Tirkiyeyê wekî tawanên şer wesif kirin û xwest ku ew êriş werin şermezarkirin.