Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky çû Izyumê

Hewlêr (Rûdaw) - Di şerê navbera Rusya û Ukraynayê de, hêzên Ukraynayê gelek deverên wek Izyumê li bakurê rojhilatê wî welatî ji dest hêzên Rusî derxistin û li ser pêşveçûna xwe jî berdewam in û bi berdewamî welatên Ewropa û Amerîka jî rijd in li ser dayina alîkariyên serbazî û mirovî bo Ukraynayê. Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelensky, bi xwe çû Îzyumê, serdana leşkerên xwe kir û li nav bajêr geriya.

Artêşa Rûsyayê jî behsa pêşveçûnên Ukraynayê nake lê pêdagir e li ser kontrolkirina temamiya navçeya Donbas li rojhilatê Ukraynayê.

Tankên Artêşa Ukraynayê piştî serkeftineke mezin li beramber Rûsyayê li dor bajarê Îzyumê dizivirin.

Îzyum bereya pêş a şer bû li herêma Xarkivê ku niha ketiye destê Artêşa Ukraynayê.

Leşker di Yekeya Xwebeşên Krakin Grantisia got, “Tenê direvin. Teqeyeke biçûk hebe lê ne weke roj û mehên yekem ên destpêka dagirkeriyê bû, dema me didît.”

Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelensky, bi xwe çû Îzyumê, serdana leşkerên xwe kir û li nav bajêr geriya.

Bi gotina Zelensky, ji 6ê Îlonê ve Artêşa Ukraynayê 8 hezar û 500 kîlometreçargoşe kontrolkirine, di nav wan 8 hezar û 500 kîlometre çargoşeyan de 400 gund û bajarok ji jêr destê Rûsyayê hatine derxistin ku cihê niştecihbûna zêdeyî 150 hezar kesan bûn. 110 kîlometreçargoşe tenê di 5 rojan de kontrolkirine.

Leşkerê Ukraynî Olîksî anî ziman, “Ji ber rûbirûna serkeftiyane ya li Balakilyayê li nêzîkî Îzyumê, hêlên berevanî û lojîstîkî yên artêşa dujmin têkçûn. Tenê erkê me ew bû ku pêşvebiçin. Biçin pêş û hêzêm dujmin jinav bibin ku li wê navçeyê mabûn.”

Artêşa Rûsyayê behsa pêşveçûnên Ukraynayê nake lê pêdagir e li ser kontrolkirina temamiya navçeya Donbas a li rojhilatê Ukraynayê.

Dîmîtrî Peskov di konferansekê de ragihand "operasyona leşkerî ya taybet berdewam e û berdewam jî dibe heta ku armancên xwe yên sereke bi dest dixin."

Peskov ew îdia jî red kirin ku Rûsyayê ji tirsa ji destdana axê hêzên xwe xistibin tevgera giştî.