Hûsiyên Yemenê gefa êrişeke nû li Erebistana Siûdî dixwin
Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyên Yemenê gef li Erebistana Siûdî xwarin û ragihandin ku dibe w careke din êriş bikin.
Hûsiyên Yemenê derbarê êrişên li ser saziya petrolê ya Erebistana Siûdî, daxuyaniyeke nû belavkirin. Hûsiyan di wê daxuyaniya xwe de hişyarî da kompanî û kesên biyanî yên di çarçova wê saziyê de û ragihandin ku dibe ew her kêliyê êriş bikin.
Di daxuyaniya Hûsiyan de wiha tê gotin, “Em kompanî û kesên biyanî yên di Saziya Aramco ya Erebistana Siûdî de, hişyar dikin. Dibe her kêliyê em êriş bikin.”
Roja Şemiyê di saetên sibehê de, 2 saziyên Kompaniya petrolê ya niştimanî ya Erebistana Siûdî, Saudî Aramco, rastî êrişê hatin û agir bi wan saziyan ketibû. Saudî Aramco, weke binirxtirîn saziya petrolê tê naskirin.
Erebistana Siûdî jî piştî wan êrişan aşkere kiribû ku wan bi awayekî demkî hilberîna petrolê rawestandine.
Hûsiyên Yemenê ku Îran piştevaniya wan dike, bi daxuyaniyeke nivîskî, êriş li xwe girtibûn û ragihandibûn ku wan ew êriş bi dronan encam dane û herwiha derbarê êrişê de hinek dîmen hatibûn belavkirin.
Hûsiyên Yemene ev heyameke dirêj e, binke û saziyên Erebistana armanc digirin.