Yunan: 38 koçberên Sûrî hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Yunanê ragihand ku grûpeke koçberên Sûrî ku ji 38 kesan pêk dihat li giraveke biçûk a nav Çemê Evrosê dîtine ku dema çend rojan bû asê mabûn.

Êvara roja Duşembê 15ê Tebaxa 2022ê polîsê Yunanê di daxuyaniyekê de got: “Piştî zanyariyên nû û lêkolînên kûr, grûpeke koçberên ne yasayî ku xwe wek Sûrî didin nasandin hatiye dîtin.”

Li gor polîsê Yunanê, grûpa koçberan ji 38 kesan pêk tê, 9 ji wan jin û 7 jî zarok in. Hevdem rêxistinên ne hikûmî û medya Yunanê jî amaje bi wê yekê didin ku zarokekî nav wê grûpê li wê girava biçûk canê xwe ji dest daye. Li gor daxuyaniya polîs, ew grûp ku jineke ducanî jî di nav de bûye, 4 kîlometre dûrtir ji wî cihî hatine dîtin ku destpêkê rêxistinên mafên mirov destnîşankiribûn û dikeve derveyî axa Yunanê.

Wezîrê Koçberan ê Yunanê Notis Mitarakis jî dibêje: “Koçber bi dûriya çar kîlometre li başûrê girava biçûk a Tirkiyê hatine dîtin.” Heta niha ne xuya ye ka koçber hatine veguhestin an na, lê Mitarakis amaje bi wê yekê dide ku tendirûstiya wan baş e û jina ducanî jî bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Roja Pêncşemê, 11ê Tebaxa 2022ê polîsê Yunanê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Tirkiyê kir ku hevkariya wan 40 koçberan bike ku li gor rêxistinên mirovî pêdiviya wan bi hevkariya tendirûstî heye û “li navçeya qedexekirî ya leşkerî” ya navbera sînorê herdû welatan asê mane.

Roja Şemiyê Ajansa Penaberan ser bi Neteweyên Yekbûyî di Twittekê de nîgeraniya xwe derbarê tendirûstiya wan koçberan de anî ziman û piştrast kir ku zarokekî li wê derê canê xwe ji dest daye û “eger pêngavên bilez neyên avêtin, metirsî heye koçberên zêdetir canê xwe ji dest bidin.”

Li gor daxuyaniya polîs, koçber bo dema çend rojan li giraveke biçûk a ser Çemê Evrosê mabûn asê ku sînorê Yunan û Tirkiyê ji hev cuda dike. Yunan dibêje, ew cihê koçber lê mabûn asê, li derveyî serweriya wan e, lewra daxwaz ji Tirkiyê kirine daku “Bilez hevkariya pêwîst a wan koçberan bike.”

Herwiha Encûmena Penaberên Yunanê ragihand ku koçber ji aliyê berpirsên Tirkiye û Yunanê ve bo vî alî û wî alî tên şandin. Herwiha dibêje, koçberan ji wan re gotine ku keçeke 5 salî ji ber dûpişk pê vedaye, li wê grava biçûk canê xwe ji dest daye.

Li gor amarên Fermandariya Ewlekariya peravên Tirkiyê, di pênc mehên yekem ên îsal de şeş koçber di Deryaya Egeyê de dema dixwestin biçin Yunanê xeniqî ne, sê hezar û 419 koçber û 74 qeçaxçî jî hatine girtin.

Herwiha li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ku roja 9ê Hezîrana 2022ê belav kirine, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pênc milyon û 497 hezar û 733 koçber û penaber hene; di dema pênc salan de 644 hezar û 131 koçber çûne Ewropa, yek milyon û 427 hezar û 309 koçber li nav Tirkiyê hatine desteserkirin û ji vê hejmarê 324 hezar û 606 koçber hatine deportkirin.