5 keştiyên din ên dexlûdan ji Ukraynayê birêketin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku îro 16ê Tebaxê 5 keştiyên dexlûdan ji peravên Ukraynayê birê ketine.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê veguhestina dexlûdanê Ukraynayê bo bazarên cîhanê de ragihand ku 2 ji bendera Yuzhny û 3 ji bendera Çornomorsk bi tevahî 5 keştiyên ku genim û garis bar kirine ji Ukraynayê birê ketine.

Piştî ku şandeke ji nûnerên Tirkiyê, Ukrayna, Rûsya û Neteweyên Yekbûyî, di keştiyan de pişkînînê bikin, dê rê bê dayîn, ku ji Tengava Stenbolê derbas bibin û biçin bazarên cîhanê.

Herwiha 4 keştiyên din jî ku dê dexlûdanê Ukraynayê bar bikin, piştî li navenda hevahengiya hevpar a li Stenbolê pişkînîna wan bê kirin, dê ber bi benderên Ukraynayê ve bikevin rê.

Rûsya û Ukraynayê 22ê Temûza 2022ê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiye li bajarê Stenbolê rêkeftinek derbarê hinardekirina genim û dexlûdan de îmzekiribûn.

Ji bo çareserkirina nakokiyan û piştrasbûna ji çêbûna her cor pirsgirêkekê di veguhestina dexlûdan de, 27ê Temûza 2022ê jî li Stenbolê navendeke hevhangî û kontrolkirinê hat damezrandin.